Komîteya Şopandina Lîbyayê li Munîhê civiya 2020-02-16 14:40:11   NAVENDA NÛÇEYAN - Civîna Komîteya Şopandina Navneteweyî ya Lîbyayê, bi armanca agirbesta daîmî û pêvajoya siyasî ya li Lîbyayê pêş bikeve li Elmanyayê dest pê kir. Civîna meha bê jî, wê li Îtalya bê lidarxistin.     Civîna Komîteya Şopandina Navneteweyî ya Lîbyayê, bi armanca agirbesta daîmî û pêvajoya siyasî ya li Lîbyayê pêş bikeve li bajarê Munîh a Elmanyayê dest pê kir. Ji Tirkiyeyê Wezîrê Karê Derve Mevlut Çavûşoglû beşdarî civînê bû.     5 endamên daîmî yên Konseya Ewlekariya Neteweyên Yekbûyî DYA, Rûsya, Çîn, Fransa û Brîtanya, nûnerên Misir, Îtalya û Emîrtiyê Erebên Yekbûyî beşdarî civînê bûn. Li bendêye ku di civînê de, mijarên agirbesta Lîbyayê û pêkanîna amborgoya çakan bê nîqaşkirin. Serokê Karê Derve yê Elmanyayê Heîko Mass, di axaftina kir de, diyar kir ku hemû aliyan armancên di Konferansa Berlînê de, cardin piştras kirin.   Hat diyar kirin ku civîna meha bê, wê li Îtalya bê lidarxistin.