'Yên ku ji rakirina tecrîdê ditirisin ji aştî û wekheviyê jî ditirsin’ 2020-02-16 14:22:13 STENBOL - Parlamenterê berê yê HDP’ê yê Şirnexê Ferhat Encu, diyar kir ku tecrîdkirina Ocalan ne qanûniye û got: “Yên ku ji rakirina tecrîdê ditirsin, ji aştî û wekheviyê jî ditirsin.”    Komeleya Alîkarî ya Malbatên Girtî û Hikumxwaran a Marmara (TUHAYDER), derbarê tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, girtiyên siyasî û binpêkirinên mafan ên tên jiyîn de, li avahiya xwe ya Fatîhê civîna çapemeniyê pêk anî.    Hevserokê TUHAYDER’ê Husnu Taş, di civînê de axivî û bal kişand ser binpêkirinên mafan û li Îmraliyê tên jiyîn. Taş, diyar kri ku tecrîda li dijî Ocalan, bişavtin û înkara gelê kurd, weke zext û faşîzmê bandorê li gelên Tirkiyeyê dike û weke polîtîkayên şer û dagirkeriyê jî bandorê li hemû gelên Rojhilata Navîn dike. Taş, di dewama axaftina xwe de wiha got: “Hemû kes vê yekê baş dizanînin. Dema ku hevdîtin bi Ocalan re tê kirin, aştiya civakî derdikeve holê. Hevdîtinên bi Ocalan re bandorekê erênî li tevahiya welat dike.”   ‘PÊKANÎNÊN DIJ DEMOKRATÎK’    Taş, bal kişand ser binpêkirinên mafan ên li girtîgehan tên jiyîn û wiha got: “Êdî ji girtîgehan, darbestên girtî û hikumxwarên nexweş derdikevin. Di girtîgehan de, dibin navê navê cezayê dîsîplînê de girtiyan dixwin hucreyan, têkiliyên wan ji her tiştî tê birîn. Dîsa di dema lêgerînên qawîşan de girtî tên derpkirin. Ev pêkanînên dij demokratikin. Di heman demê de girtiyan sîgûnê bajarên dûr dikin ku malbatên wan nekarin biçin hevdîtinên wan. Bi vî awayî zextên aborî û derûnî li malbatan dikin. Em bang li rayedarên dewletê dikin. Em weke malbatên girtiyan van pêkanînên dij demokratîk şermezar dikin. Em bang  li hikumetê dikin, demildest dawî li van pêkanînên xwe yên dij demokratîk bînin.”    ‘JI AŞTÎ Û WEKHEVIYÊ DITIRSIN’   Parlamenterê berê yê HDP’ê yê Şirnexê Ferhat Encu jî di civînê de axivî û wiha got: “Komploya li dijî Ocalan li dijî gelê kurd hatiye kirin. Yên ku ji rakirina tecrîdê ditirsin, ji aştî û wekheviyê jî ditirsin. Tecrîda  li ser Ocalan di hiqûqa navneteweyî de, hem jî di hiqûqa Tirkiyeyê de ne qanûniye. Divê dewlet demildest vê tecrîdê rake. Hemû kes li dijî vê yekê dinava piştevahiyê de bin.”    Encu, binpêkirinên mafan ên li dijî Koma Yorûm jî nirxand û wiha bilêv kir: “Bi awayekê bêhiqûqî endamên Koma Yorûmê di girtîgehan de dihêlin. Niha di greva birçîbûnê dene. Daxwaza wan daxwaza me ye. Dewlet divê erka xwe bi cih bîne û tişta pêwîst bike.”    Piştî axaftinên hatin kirin, civîn bi lêxistina çepikan bi dawî bû.