Şaredariya DBP'i avakir qayûm xerakir! 2017-12-14 15:01:57 COLEMÊRG - Projeya Şaredariya Gever ya DBP'î piştî ku qayum hat tayînkirin kete meriyetê. Projeya ku bi mehane pêşve naçe gel havînê di nav tozê dimîne zivistanê jî ji herî û qeşayê ve nikarin herin malên xwe. Li navçeya Gevera Colemêrgê di civîna meclîsa şaredariyê  DBP'î de  biryara projeya bingeha bajar derket lê ji biryara ku 2009'an de hat hilandin bi hatina qayûm di 2017'an de wek projeya qayum ket merîyetê. Proje ya ku ji aliyê şaredariya DBP'î ve hatiye amade kirin û bi salane ji aliyê dewletê ve astengî hatiye derxistin bi mehane pêşve naçe gel li navend û taxan havînê di nav tozê dimîne zivistanê jî ji herî û qeşayê ve nikarin herin malên xwe    QAYÛ PROJEYA DBP'Ê WEK PROJEYA XWE DA NÎŞANDIN   Projeyên ku ji aliyê şeredariya DBP'î ve hatiye amadekirin 55 trilyon pere jî hatibû amadekirin. Di projeya bingehê de av aritma û kanalîzasyon heye her tiştê projeyê di 2014'an de qediya bû lê destûr nedan ku projeyên bikeve merîyetê û  bi hatina qayûm jî proje wek "Projeya qayûm ya bi sedsalan" di çapemeniya raya giştî ve hat weşandin û ket meriyetê. Ji ber proje hêdî pêşve diçe li kolan û kuçeyan welatî wesayitan nikarin derbas bikin. Kolan û kuçeyên ku hatine kolandin û di nav herî yê de mane mincir jî navêjin.   TAXÊN KU DI ŞER DE HAT XERAKIRIN CÎHÊ KU SAXLEM MANE JÎ HAT XERAKIRIN   Rewşa taxên ku di 13 adar 2016'an de qedexeya derketina derve hat îlankirin û  79 roj hilweşandin dewam kir pir xetere ye. Li taxên Orman, Cûmhûriyet, Eskî Kişla û Gongurê kolanên ku xera nebûvun jî bi "Projeya bingehê" bi temamî hat xerakirin û niha welatiyên taxên bi zordeyî diçin malên xwe. Welatiyên ku havînê di nav tozê de diçûn malên xwe niha jî bi herî û qeşemê re tê dikoşin.   GEL NIKARE KOLAN,MEYDAN Û KUÇEYAN BIKAR BÎNE   Rêyên wek Oremar, Îpekolû û Cengîz Topel yên ku sevkiyata leşkerî û wesayîtên zirxî derbas dibin ji aliyê qawûm ve her roj tê paqij kirin. Kolana Hûnerê ya ku ji aliyê şaredariya DBP'î ve 19 cotmeh 2012’an de hatiye çêkirin jî wek taxan welatî nikarin tê de derbas bibin. Meydana Azadî yê ya ku meydana navçeyê tenê ye û wesayîtên diçin gundan li vir ra dibin ji hatiye astek ku neyê bikar anî. Meydana ku wesayit û gel pir hene ji ber çelê ku kur bûne ne wesayît ne jî welatî dikarin derbas bibin. Welatiyên Geverê ku bertek nîşanî qayûm dan gotin ku ew xebatên şaredariya ku wan hilbijartine dixwazin.