Hejmara binçavkiriyên Şirnex û Mêrdînê derket 24'an 2020-02-15 16:27:31   ŞIRNEX - Polisan, di serdegirtinên li navçe û navenda Şirnexê de 16 kesî binçav kirin. Li Mêrdînê jî hejmara kesên binçavkirî derket 8'an.    Polisan, li navçe û navenda Şirnexê bi ser malan de girt û bi giştî 16 kesan binçav kir. Li navenda Şirnexê 4 kes hatin binçavkirin û navê yekî ji wan Mehmet Hazar e. Hat hînbûn ku li navçeya Cizîrê jî 10 kes hatine binçavkirin. Navê 4 kesên ku hatine binçavkirin wiha ne; Azîz Erkûl, Nûpelda Geren, Serhat Înanç û Mîkaîl Bayîk. Li Hezexê jî Nûrettîn Şen, Mehmet Fîdan û Endamê Meclisa Şaredariya Hezexê Hîkmez Zan hatin binçavkirin. Sedema binçavkirinan nayê zanîn.    Hejmara kesên ku li navçeyên Qoser, Nisêbîn û Artûklûyê yên Mêrdînê hatin binçavkirin jî derket 8'an. Hat hînbûn ku li navçeya Kerboranê jî welatiyên bi navê Ahmet Seyhan û Mazlûm Acar, li Nisêbînê welatiyê bi navê Abdulselam Nergîz, li Qoserê Saît Sirdaş û li Artûklûyê jî xwendekarê zanîngehê Duygû Aykût hatine binçavkirin.    Endamên Meclisa Ciwanan a HDP'ê Ozgur Bûlût û Hamza Yildirim jî 6 roj in li Artûklûyê di bin çavan de ne.