Ji Bandirmayê û Afyonê 26 girtî hatin sewqkirin 2020-02-15 15:44:48   AMED - Ji Girtîgeha Tîpa T a Hêjmarên 1 û 2’an Bandirmayê 25  girtî  û ji Girtîgeha Tîpa E ya Afyonê jî girtiyek sewqî Girtîgeha Tîpa T a Afyonê kirin.   Li gorî agahiyên Federasyona Komeleyên Hiqûqî û Piştevaniyê ya Malbatên Girtî û Hikumxwaran a MED (MED TUHAD-FED) û malbatên girtiyan dan; di 12'ê Sibatê de ji Girtîgeha Tîpa T a Hêjmarên 1 û 2’an ên Bandirmayê 25 girtî û ji Girtîgeha Tîpa E ya Afyonê jî girtiyek sewqî Girtîgeha Tîpa T a Afyonê hatin kirin. Li gorî agahiyên MED TUHAD-FED’ê û malbatan dan di rê de sepanên xerab li girtiyan hatine kirin.   Hat zanîn ki girtiyên ku li Girtîgeha Tîpa T a Afyonê ji ber ku lêgerîna tazî qebûl nekirine gardiyanan li wan daye û hinek girtî ji dest û lingên xwe birîndar bûne û pişt re jî girtî avêtine hucreyên yek kesî. Girtiyên ku bi rêya telefonê malbatên xwe agahdar kirin xwestine li dijî muameleya dij mirovahiyê heyetek biçe seredana wan.   Navên girtiyên ji Girtîgeha Tîpa T a Hejmarên 1 û 2’an ên Bandirmayê hatine sewqkirin wiha ne: “Mehmet Emîn Suer, A.azîz Kolonç, Abdulah Ongollu, Cengîz Oktay, Dijwar Nesrî Îsmare, Engîn Okuducu, Habîl Emen, Hakî Sonsûz, Hasarî Yumşak, Îzzethan Aykût, M. Salîh Atli, Mehmet Dag, Nîzamettîn Mahmûtoglû, Yûsûf Bîrkan, Akîf Îpek, Fevzî Adanir, Hayrettîn Yilmaz, Huseyîn Akman, Naîl Demîr, Selîm Uldeş, Şevket Bîlner, Cîhat Ograş, Kerem Budak, Rizgar Turhan, Selman Esmer.”   Mehmet Alî Kayan jî ji Girtîgeha Tîpa E ya Afyonê sewqî Girtîgeha Tîpa T a Afyonê hat kirin.