Li Şaredariya Samandagê astengdarê zîhnî hat îstîsmarkirin! 2020-02-15 13:12:08   HATAY - Hat angaştkirin ku di binaya xizmetê ya şaredariya Samandagê de welatiyekî astengdarê zihnî ji aliyê 4 xebatkarên şaredariyê ve hat îstîsmarkirin. Dozgeriyê têkildarî mijarê lêpirsîn da destpêkirin. Şaredar jî diyar kir ku bûyera îstîsmarkirinê derveyî bînayê û zûde pêk hatiye.    Hat angaştkirin ku di binaya xizmetê ya şaredariya Samandagê de welatiyekî astengdarê zihnî ji aliyê 4 xebatkarên şaredariyê ve hat îstîsmarkirin. Di dîmenên li ser medya civakî hatin parvekirin de tê angaştkirin ku bûyer li odeya ziyaretvanan a li kêleka odeya meqam a şaredar pêk hatiye. Li gorî çavakaniyeke ji şaredariyê, ji aliyê dozgerî û qaymeqamiyê lêpirsîn hatiye destpêkirin û îfadeyê 4 kesan hatiye girtin.    Li ser bihîstina bûyerê, Şaredarê Samandagê Refîk Eryilmaz jî daxuyaniyeke nivîska da û angaşt kir ku bûyer 8 meh berê li derveyî bînaya xizmetê ya şaredariyê pêk hatiye û tu eleqeya şaredariya wan pê tuneye.