TUAY-DER: Tecrîd dikuje, tecrîdê rakin kuştinan bi dawî bikin 2020-02-15 13:05:01 AMED - Hevserokê TUAY-DER’ê Mehmet Emîn Guzel, tecrîd û komploya nevdewletî ya li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan şermezar kir û diyar kir ku wekî TUAY-DER’ê  dixwazin bi lez bi Ocalan re hevdîtin bê kirin û wiha got: "Tecrît di hiqûqa navneteweyî de sûc e. Tecrîdê rakin kuştina bi dawî bikin. Tecrîd sucê mirovahiyê ye."   Komeleya Alîkariyê ya Malbatên Girtiyan (TUAY-DER) a Amedê têkildarî komploya navdewletî û tecrîtkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li avahiya xwe civîna çapemeniyê li dar xist. Endam û rêveberên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), reveberên Partiya Heremên Demokratîk (DBP), endam û rêveberên MEBYA-DER, Komeleya 78’an, Meclîsa Ciwanan a HDP’ê û xizmên girtiyan di civînê de amade bûn. Hevserokê TUAY-DER’ê Mehmet Emîn Guzel daxuyanî xwend û bibîrxist ku komploya 15’ê Sibatê ketiye sala 21’emîn û wiha got: “Di 15’ê Sibata 1999’an de birêz Abdullah Ocalan bi komployeke navdewletî dîl girtin. Bi komploya 15’ê Sibatê xwestin têkoşîna gelan a bi hevre jiyînê asteng bikin. Armanceke komployê jî zêdekirina faşîzmê û gelê kurd û tirk bêxin nava pêvçûnekê bû. Lê li dijî rêxistinên gladyo nêzikatiya birêz Ocalan a hestiyar û lêgerînên wî yên çareseriyê hemû armancên wan  pûç kirin.    ‘HÊZÊN NAVDEWLETÎ NEGIHIŞTIN ARMANCA XWE’   Guzel, bal kişand ser nameye Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan a di Newroza 2013’an de ji bo çareseriya demokratîk parve kir û wiha axivî: “Lê hêzên navdewletî yên ku negihiştin armanca û têkiliyên wan yên Tirkiyê komplo kurtir kirin. Birêz Ocalan xistin bin tecrîdê û bi awayekî kefî hevdîtinên malbat û parêzeran asteng kirin. Ev astengî heta 2013’an bênavber berdewam kirin. Di navbera 2013 û 2015’an de gel di nav aramiyê de jiya, mirov nemirin û aborî baş bû.”   ‘TECRÎD DI KESAYETA ÎMRALIYÊ DE LI HEMÛ GIRTÎGEHA BELAV BÛ’   Guzel, destnîşan kir ku bi darbeya 15’ê Tîrmeha 2016’an, li ser Rêberê PKK’ê Abdulah Ocalan û hemû girtiyan zext û îşkence gihişt asta herî jor û wiha berdewam kir: “Tecrîd di kesayeta Îmraliyê de li hemû girtîgehan belav bû. Girtiyên nexweş nehatin tedavî kirin. Li dijî sepanên tecrîdê di pêşengtiya birêz Leyla Guvenê de li hemû girtîgehan 3000 girtî ji bo ku tecrîda li ser birêz Ocalan were rakirin dest bi greva birçîbûnê kirin. Pişt re 15 girtiyên greva birçîbûnê ketin rojiya mirinê. Piştî çalakiya greva birçîbûnê ya şeş mehan deriyê Îmraliyê vebû. Piştî deriyê Îmraliyê vebû, Birêz Leyla Guven û 3 hezar girtiyan çalakiya xwe bi dawî kir. Li Îmraliyê hevdîtina parêzeran dest pê kir û di vê pêvajoyê de 5 hevdîtin hatin kirin. Herî dawî parêzer di 7'ê tebaxê de û malbat di 12’ê Tebaxa 2019’an çûn û hevdîtin qut bû. Em dizanin ku tecrîd di hiqûqa navdewletî de suc e. Bila tecrîd bi lez rabe. Tecrîdê rakin mirina bi dawî bikin. Tecrîd sucêmirovahiyê ye, birçîtiye, tecrîd dikuje piştevanî dide jiyîn. Ji bo Birêz Ocalan û girtiyên siyasî azadî.”   Daxuyanî çepikan bi dawî bû.