Esnafan bi girtina derabeyên xwe 15'ê Sibatê şermezar kirin 2020-02-15 13:04:05   MERSÎN - Li navçeya Tarsûsê, esnafan bi girtina derabeyên xwe, radestkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a bi komploya navneteweyî ya Tirkiyeyê şermezar kirin.    Li taxa Şahîn a navçeya Tarsûsê ya Mersînê, esnafan bi girtina derabeyên xwe, radestkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a bi komploya navneteweyî ya Tirkiyeyê şermezar kirin. Li ser vê yeke polis hatin taxê û bangî esnafan kirin û xwestin ku dikanên xwe vekin. Polisan, gef li esnafan xwarin û gotin ku heke dikanên xwe venekin dê ceza li wan bibirin.