Di çalakiya Yukselê de 4 kes hatin binçavkirin 2017-12-14 14:34:24 ENQERE- Çalakiya “Em karê xwe paşve dixwazin” di roja 401’an de berdewam kir û polîsan bi Velî Saçilik re 3 kes bin çavkirin.  Çalakiya greva birçîbûnê ya Nuriye Gulmen û Semîh Ozakça ku ji kar hatin avêtin di roja 281’an de berdewam kir. Çalakiya karkerên çemawerî ya “Em karê xwe paşve dixwazin” jî di roja 401’an de dom kir.    Çalakvanên xwestin li ber Birîdariya Mafê Mirovan daxuyanî bidin rastî astengiya polîsan hatin. Li ser vê yekê çalakvan li Kolana Konurê kom bûn, pankart vekirin û dirûşme berz kirin. Polîsan mudaxileyê çalakvanan kirin, Velî Saçilik, Îlker Işik, Sîmge Aksan û  Nazan Bozkurt binçav kirin.