Li Edeneyê 8 kes hatin binçavkirin 2020-02-15 10:08:31   EDENE - Li Edeneyê polisan serê sibehê bi ser malan de girt û bi hinceta parvekirinên li ser medya civakî 8 kesan binçav kir.    Li Edeneyê polisan serê sibehê bi ser 10 malan de girt. Palisan, malên ku bi ser wan de girtin qul bi qul di lêgerînê de derbas kirin û meteryalên dîjîtal desteser kirin. Piştî lêgerîna li malan, bi hinceta parvekirinên wan ên li ser medya civakî 8 kesan binçav kir. Hat hînbûn ku polis li 2 kesan digerin û her heşt kesên ku binçav kirin jî birin Miduriyeta Polisan a Edeneyê.