'Girtina ji ber pere şandine girtîgehê polîtîk û bi plan e' 2020-02-15 09:08:12 STENBOL - Parêzer Huseyîn Bogatekîn, diyar kir ku girtina 4 kesên ji ber pere şandine ji girtiyan re û bi îdîaya “Endamtiya rêxistinê" hatin gitin, helwestek polîtîk û bi plan e. Bogatekîn, anî ziman ku ev yek ji aliyê hiqûqê ve nayê qebûlkirin û pekanîna pergala Nazî ye. Dema girtiyên siyasî ji bo tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe, 10 kesên li Stenbolê pere şandibûn ji girtiyan re di 7'ê Sibatê de hatin binçavkirin. Ji 10 kesan 4 kes bi îdîaya “Endamtiya Rêxistinê" hatin girtin. Parêzerê Adem Ozturk, Huseyin Bogatekin bertek nîşanî girtina muwekilê xwe da û anî ziman ku ev girtin bi plan û polîtîk e. Prz. Bogatekîn, anî ziman ku li gelek bajarên Tirkiyeyê operasyonên bi vî rengî pêk hatine û gelek kes ji ber pere şandine ji girtiyan re hatine girtin. Bogatekin, anî ziman ku berê jî kesên pere şandibûn ji xizmên xwe yên li Tekîrdag, Gebze, Kocaelî û girtîgehên din re, hatibûn girtin.    'JI ALIYÊ HIQÛQÎ VE NAYÊ QEBÛLKIRIN'    Bogatekîn, destnîşan kir ku dema xizmên girtiyan di serdema gireva birçîbûnê de ji girtiyên li Sîlîvrî u Bakirkoy re  pere şandin hatin girtin û wiha got: “Kesên name ji girtiyan re şandine, çûne hevdîtina girtiyan an jî pere ji wan re şandine hatine girtin. Hevaltiya wan a bi Kurdan re wekî xebatên rêxistinî hatine destgirtin. Piştre bi endamtiya rêxistinê hatine girtin. Ji bo endamtiyê delîlên xurt lazim in. Lê ji ber temasa wan a bigirtiyan re hatine girtin. Ev di  aliyê hiqûqê de jî nayê qebûlkirin."    Bogatekin, anî ziman ku kesên pere şandine bi qanalên fermî ji girtiyan re pere şandine û bi nasnameya xwe ya vekirî pere şandine û wiha bi dawî kir: "Bi rêya PTT’ê û saziyên dewletê pere şandine. Bi awayekî aşkere şandine. Dîsa girtîgeh her dem di bin çavdêriyê de ye. Ji ber ku hevalê wî ye pere jêre şandiye. Tu sedema wê ya polîtît tune ye. Dibe ku bi awayekî polîtîk jî pere şandibe. Lê bi tu awayî nikarin ji ber vê yekê bi endamtiya rêxistinê darizînin û bigirin. Gelo girtî dê bi van pereyan çek û bombeyan bistînin? Ev li dijî hiqûq û li dijî zagonan e. Girtina van kesan bi plan û polîtîk e. Bi vê yekê dixwazin têkiliya giriyan a ji derve qut bikin. Dixwazin têkiliya girtiyan û kesên derve qut bikin.  Ev li dijî biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê ye. Dîsa li dijî rapora Komisyona Venedikê ye. Em dixwazin demek beriya demekê muwekilê me serbest bê berdan."