Doza ji ber afîş şaş werger kiribû beraet kir 2020-02-15 09:07:33 ŞIRNEX - Rêveberên HDP'ê ku di hilbijartina 31'ê Adarê de axîşa "Azadî bi xwerêvebirinê dest pê dike” şaş werger kiribûn û doz li wan hatibû vekirin beraet kirin. Biryara beraetê ya li Cizîrê dê ji bo dozên din jî bibe mînak.    Rêveberên HDP'ê li Navçeya Cizîrê ya Şirnexê di hilbijartina 31'ê Adarê ya Rêveberiyên Herêmî de li billboardên gelek kolanên navçeyê afîşa "Azadî bi xwerêvebirinê dest pê dike" zeliqandibûn. Der barê afîşê de biryara komkirina hatibû girtin. Dozger der barê Hevseroka HDP'ê ya Cizîrê Guler Tunç û rêveberên HDP'ê de bi îdîaya "Pesnê Suc û sûcdar daye" doz vekir û doz li 2'emîn Dadgeha Cezayên Asliyê hat dîtin. Dadgehê der barê Rêveberên HDP'ê de bi sedema "wergera şaş" hatiye kirin, biryara beraetê da.    Biryara 2'emîn Dadgeha Cezayê Asliye tê payin ku ji bo bajarên din jî bibe mînak. Afîsa 31'ê Adarê li Sêrt, Agirî, Mûş û Bedlisê hatibû komkirin.