Parêzerên Ocalan daxwaznameya 713'emîn ji bo hevdîtinê da dozgeriyê 2017-12-14 14:14:27   STENBOL - Parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, bi boneya bi Ocalan re hevdîtin bikin daxwaznameya 713'emîn a daxwaza hevdîtinê dan Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê.   Ji parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Rêzan Sarica, Cengîz Çîçek û Serbay Koklu, bi armanca bi muwekilê xwe Ocalan re hevditin bikin daxwaznameya hevdîtinê dan Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê. Parêzeran bi vê serlêdanê ji 27'ê Tîrmeha 2011'an heta niha cara 713’an daxwaznameya hevdîtinê dan û xwestin hevdîtin bikin.    Daxwaza parêzeran ji 27'ê Tîrmeha 2011’an heta niha 712 caran bi hincetên “muxalefeta hewayê heye”, “koster xerabe ye", “koster di tamîrê de ye" û “OHAL” hat redkirin.