Şahid îfadeya der barê Bekir Kaya de guhert 2017-12-14 14:13:14   VAN - 2'emîn danişîna doza Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Bekir Kaya û 10 personelên şaredariyê ya têkildarî bûyerên Kobanê li 3'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Wanê hat dîtin. Serokê ESOB'ê Faruk Alpaslan ê wekî şahid îfade dabû îfadeya xwe guhert. Alparslan, diyar kir ku wî giliyê kesî nekiriye û nekotiye maşinen şaredariyê mudaxale nekirine.   2'emîn danişîna doza Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Bekir Kaya û 10 personelên şaredariyê têkildarî bûyerên Kobanê li 3'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Wanê hat dîtin. Ji bersucên dozê Amîra Koma Agirkujê Selahaddin Turan, Serokê Daîreya Agirkujê Osman Acar, Wekilê Mudûrê Şaxa AKOM'ê Lokman Turan,  Midurê Şaxa astengkirina Agir Serhat Pulat, Midurê Agirkujê Bedreddin Aslan û Amîrê komê Seracettin Aksu di danişîna dozê de amade bûn. Ji ber pergala SEGBİS'e xerabe bû Hevşaredarê Wanê Bekir Kaya, tev li danişîne nebû. Piştî tespita nasnameyan ewil 'Şahid' û Serokê Yekitiya Odeya Esnaf û Sinhetkaran a Wanê (ESOB) yê berê Faruk Alpaslan ku di hilbijartina 1'ê mijdara 2015'an de namzetê AKP'ê bû îfade da. Alparslan îfadeya berê paşve kişand û îfadeya xwe guhert. Alpaslan, diyar kir ku ew ji kesî ne gilîdar e û wiha got: "Di dema bûyeran de ez li Walî geriyam û min min xwest maşîne TOMA derxin. Ez qet li şaredariyê negeriyam û min maşînê agirkujê (îtfaiye) nexwest. Nivîsarê Walî yê taybet piştre got gelek bûyer hene û di mudaxaleyan de têr nake. Mufetişên ji Walîtiye hatin li me geriyan û agahî ji me xwest. Min jî agahî dan wan. Min ne got 'Qet maşîneyên şaredariyê derneketin' Min tenê got di alîkariyê de kêm man. Min qet giliyê tu kesi nekir. Ez ne ligîdarê tu kesî me.    QET LÊKOLÎNA ŞÊNBER NEHATIYE KIRIN   Piştre li ser navê Şaredar Bekir Kaya Prz. Sebahattin Kaya parastin kir û diyar kir ku rapora ku mufettişan amade kiriye ji delîlên şênber û lêkolinê dûr in û bi hişmendiya siyasi hatiye kirin. Kaya, da zanîn ku der barê bûyerê de qet lêpirsîna şênber nehatiye kirin û hemû agahî delilên şênber bêpar in. Kaya xwest esnafên zerar ditine tev li danişînê bibin û şahidyê bikin. Kaya xwest delîl û agahî ji nuve bên amadekirin.   Heyeta dadgehê pişti parastinan xwest ji bo komkirina agahiyan ji saziyên eleqeder re nivîs bê şandin û jibo komkirina agahiyan biryar da ku doz taloqî 23'ê Sibata 2018'an bê kirnin.