Alinak ê di binçavan de: Ez di nava cenga rûmetê de me 2020-02-14 17:01:55   QERS – Siyasetmedar û nivîskar Mahmût Alinak ê 2 roj in di binçavan de ye bi rêya parêzerên xwe peyam şand û got: “Ez di nava cenga rûmetê de me. Min meraq nekin”.    Siyasetmedar û nivîskarê kurd Mahmût Alinak pêr di serdegirtina mala xwe de hatibû binçavkirin. Alinak li Miduriyeta Polîsan a Qersê tê ragirtin û hat zanîn ku dema binçavkirina wî heta roja duşemê hatiye dirêjkirin û biryara nepeniyê danîne ser dosyeya wî. Alinak îro bi rêya parêzerên xwe peyam şand û wiha dibêje: “Cenga rûmetê ji zarokatiya min ve her tim bûye parçeyek canê min. Ez di nava cenga rûmetê de me. Pêwîste rewşenbîrên wek min werin girtin. Meraqa min nekin.”