Jina 65 salî ya ûr di serê wê de ye hat girtin 2020-02-14 16:43:39 BEDLÎS / MÛŞ – Li Bedlîs  û Mûşê bi giştî 43 kes hatibûn binçavkirin. Li Bedlîsê 2 kes û li Mûşê jî kesek hatin girtin. Li Bedlîsê di 12’ê sibatê de ji 6 kesên hatibûn binçavkirin îro birin Dadgeha Bedlîsê. Serokê Rêxistina HDP’a Bedlîsê Rûmet Dûrsûn û Vedat Gunduz, Sedat Eskîn, Hanim Çelîk, Erol Orak û Naciye Turemîş a 65 salî ku ûr di serê wê de ye bi angaşta “endamên rêxistinê ne” û “propaganda rêxistinê kirine” hatin darizandin. Ji 6 kesan Dûrsûn, Eskîn, Gunduz û Çelîk bi şertê kontrola edlî hatin berdan û Turemîş û Orak jî hatin girtin û ew şandin Girtîgeha Bedlîsê.    LI MÛŞÊ KESEK HAT GIRTIN    Li Mûşê jî di 12’ê sibatê de di serdegirtina malan de endamên Meclîsa Şaredariyê yên HDP’yî Necîp Aslanşen û Fîkrî Alsak û her wiha Abdullah Polat, Abdûlhalûk Sakik, Kenan Akpolat, rêveberê Şaxa SES’ê yê berê Kadrî Ozden û kesek navê wî nehat zanîn piştî îfade dan emniyetê birin Dadgeha Mûşê.    Ji binçavkiriyan 6 kes piştî îfade dan dozgeriyê hatin berdan. Kadrî Ozden ê sendîkavan bi angaşta “Endamê rêxistinê ye” û “Propaganda rêxistinê kiriye” hat girtin û şandin Girîgeha Mûşê.    14 KES HATIN BERDAN    Li gundên Kazgol, Aslankaya û Yaramiş ên girêdayî navçeya Melazgirê ya Mûşê 14 welatiyên hatibûn binçavkirin piştî îfadeyên li emniyetê hatin berdan.