Helîkoptêra Sûriyê hat xistin 2020-02-14 15:53:07 HELEB – Komên selefî yên di bin banê Tirkiyê de helîkoptêra rejîma Sûriyê xistin.  Li çoltera rojavayê Helebê helîkoptêrek aîdî Hêzên Rejîma Sûriyêji aliyê komên selefî yên di bin banê Tirkiyê de hat xistin. Li herêma Kuptan el-Cebel şer giran bû û helîkoptêra ji aliyê van koman ve hedef hat girtin dûman jê kişiya û ket xwarê.    Beriya niha bi 3 rojan dîsa helîkoptêrek ji aliyê van koman ve li navçeya Serakîb a Idlibê ve ku rejîmê wir xistiye bin kontrola xwe hatibû xistin û 3 kesên di hundirê wê de jiyana xwe ji dest da bû.