‘Em ê daxwazên xwe yên darbarê kuştina Elçî de pêşkêşî dadgehê bikin' 2020-02-14 15:42:15   AMED - Serokê Baroya Amedê Cîhan Aydin, di Kursiya Mafê Mirovan a Tahîr Telçî de axivî û got: “Piştî ku îdîaneme hat amedekirin, emê daxwazên xwe yên derbarê kuştina Elçî de pêşkîşî dadgehê bikin.”    Baroya Amedê, ji bo ku kujerên Tahîr Elçî bên dîtin û cezakirin, di hefteya 215’emîn de, li ber Edliya Amedê çalakiya xwe ya heftane pêk anî. Parêzer beşdarî daxuyaniyê bûn û pankarta “Em te ji bîr nakin” vekirin. Serokê Baroya Amedê Cîhan Aydin, di çalakiyê de axivî û diyar kir ku Serdozgeriya Komarê ya Amedê bi SEGBÎS’ê îfadeya 3 polîsan girtiye.    ‘EM HÊVÎ DIKIN KU BI DAWÎ BIBE’   Aydin, anî ziman ku girtina îfadeya 3 polîsan girînge û wiha axivî: “Lê lêpirsîn li gorî tê xwestin bi pêşde nayê birin. Ev polîs hîna jî ne girtîne û li ser karê xwe ne. Ev yek me dixwe nava fikaran. Piştî ku îdîaneme hat amedekirin û pêşkêşî dadgehê hat kirin,  emê daxwazên xwe yên derbarê kuştina Elçî de pêşkêşî dadgehê bikin. Em hêvî dikin ku daxwazên me bên bi cih anîn.”   ‘DIVÊ EDALET LI VÊ DERÊ BÊ BI CIHANÎN’   Aydin, dest nîşan kir ku ew dixwazin hemû rastî derkevin holê û wiha got: “Ev 4 sal û nîve têkoşîna me dewam dike. Wê di demek herî nêz de ev têkoşîna me di salona dadgehê de dewam bike. Heya ku em rastiyê derxînin holê emê dest ji vê dozê bernedin. Heya ku faîl bên dîtin û cezakirina emê têkoşîna xwe dewam bikim. Divê edalet li vê derê bê bicihanîn. Li ber ku li vê derê cînayet pêk hat. Em bang li hemû mekanîzmayên hiqûqa navneteweyî û Dadgeha Qanûna Bingehîn dikin ku şopdarê vê cînayetê bin.”