Kurd 2 rojin li Marsîlyayê li dijî 15'ê sibatê dimeşin 2020-02-14 15:24:29   NAVENDA NÛÇEYAN - Kurd 2 rojin li dijî komploya navdewletî ku li Marsîlyayê dest pê kirine, dimeşin.    Li bajarê Marsîlya yê Fransayê, meşa ku li dijî komploya navdewleti ji bo 3 rojan dest pê kir, di roja 2'emîn de ye. Ji Bordeaûx, Montpellîer, Toûloûse, Dragûnyan û Lyonê gelek kes tevlî meşê bûn. Meşê doh ji pêşiya Şaredariya Martîgûesê dest pê kir. Di roja destpêkê de 150 meşan heta bajarê Marîgnaneyê meşiyan û êvarê li Marîgnaneyê man. Roja duyemîn a meşê jî ji pêşiya Şaredariya Marîgnaneyê dest pê kir. Roja duyemîn a meşê wê êvarê li St. Antîonê ya li ketina Marsîlyayê bi dawî bibe. Sibe jî wê meşvan ji vir saet di 10:00 de dest bi meşê bikin, heta qada Vîeûx Port a Marsîlyayê bimeşin û bi mîtîngekê dawî li meşa xwe bînin.