Parlamenterê HDP’ê Mûrat Sarisaç wesayîta wî dişopand teşhîr kir 2020-02-14 14:56:59 WAN – Parlamenterê HDP’ê Mûrat Sarisaç dîmenên wesayîtek bi rojane wî dişopîne kişand û ji raya giştî re eşkere kir. Heman maşîneyê di demek kurt de wesayîta Sarisaç sekinand û endamê PM’ê yê HDP’ê Yûnûs Dûrdû ji wesayitê derxist û binçav kir.  Parlamenterê HDP’ê yê Wanê Mûrat Sarisaç dîmenek li ser hesabê xwe yê twîtterê belav kir. Sarisaç dema wesayîta camê wê reş û bêlaka li ber mala xwe dît çû ber wesayîtê û dîmenên wê kişand û li yên hundirê wesayîtê pirsî. Van kesên di hundirê wesayîta bêplaka de bersiva Sarisaç nedan û ji ber mala wî çûn.    Piştî demek kin Sarisaç dema diçû avahiya partiya xwe, vê wesayîta bêplaka wesayîta wî sekinand. Kesên tê texmînkirin ku polîs bûn û ji wesayîtê peya bûn, endamê Meclîsa HDP’ê Yûnûs Dûrdû bi darê zorê ji wesayîta Sarisaç derxistin û binçav kirin.    'HÊJ LI DERDORA MALA MIN DIÇIN Û TÊN’    Sarisaç ê dîmen di twîtterê de parve kir wiha got: “Çend roj in vê wesayîta bêpalaka min dişopîne. Îro jî li ber mala min sekiniye. Ez çûm ber wan û min li wan pirsî. Bi heqaretan bersiv dan min. Piştî demek kin van kesan pêşiya wesayîta min girtin û endamê Meclîsa partiya me Yûnûs Dûrdû bi darê zorê derxistin û binçav kirin. Niha jî heman kes li derdora min diçin û tên.”