ÎHD’ê ji bo Koma Yorum û ÇHD’iyan daxuyanî da: Daxwazên wan qebûl bikin 2020-02-14 14:31:26   ENQERE - Endamê Şaxa ÎHD’ê ya Enqerê parêzer Omer Farûk Yazmaci, xwest ku daxwazên endama Koma Yorûm û parêzerên ÇHD’ê yên di greva birçûbûnê û rojiya mirinê dene bên qebûl kirin û got: “Divê ev bêhiqûqî bi dawî bibe.”    Şaxa Komeleya  Mafê Mirovan (ÎHD) ya Enqerê, derbarê greva birçîbûnê û rojiya mirinê ya endamên Koma Yorûm û parêzerên Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD) dewam dikin de, civîna çapemeniyê li avahiya xwe li dar xistin.    Ji parêzerên ÎHD’ê Prz. Omer Farûk Yazmaci, di civînê de axivî û wiha gotf: “Îro wê danişîna doza endamên Koma Yorumê bê dîtin. Dîsan xebatên parêzeriyên parêzerên ÇHD’ê sûc hatin dîtin. Halbûkî mafê hemû kesî yê parastinê heye. Lê îro ev weke sûc tê dîtin. Divê daxwazên kesên di reva birçîbûnê û rojiya mirinê de bên qebûlkirin. Em bang li hemû kesan dikin ku bi hestiyar tevbigerin û deng bidin dengê kesên digireva birçîbûnê dene.”