Derbarê nûçegihanê me de biryara sînordarkirina parêzeran hat dayîn 2020-02-14 12:58:33 WAN - Derbarê nûçegihanê me yê Wanê Yûnûs Dûman a hat binçavkirin de, biryara sînordarkirina hevdîtina parêzeran a 24 saetan hat dayîn.  Polîsan di saetên serê sibê de, bi ser mala nûçegihanê me yê Ajansa Mezopotmaya (MA) ya li Taxa Yenî ya navçeya Rêya Armûşê ya Wanê de girtin û binçavkirin. Hat diyar kirin ku biryara sînordarkirina hevdîtina parêzeran a 24 saet ji bo nûçegihanê me Dûman hatiye dayîn.   Dûman li Şaxa TEM’ê ya Midûriyeta Polîsan a Wanê tê girtin û hinceta binçavkirina wî, ji ber biryara veşartinê ya li ser dosyeya wî, nehat aşkere kirin.