Karmendê tacîzê xwendekarekê kir ji kar hat avêtin 2020-02-14 12:33:26   STENBOL - Li dibistanekê pêşîn a navçeya Esenyûrtê, hat îdîakirina ku karmend Îsmaîl S. ê tacîzî zarokeke 12 salî ya ji Sûriyeyê kir, ji kar hat avêtin.        Miduriyeta Perwerdê ya Mîlî ya Stenbolê, diyar kir ku karmendê peymandanî Îsmaîl S. ê li dibistaneke navçeya Esenyûrt xwe weke alîkarê midur rave dikir û tacîzê xwendekareke 12 salî ya Sûriyeyê kir, ji kar hat avêtin.    Hat zanîn ku derbarê Îsmaîl S. de, lêpirsîna îdarî hatiye destpêkirin.