KCD’ê kompoloya li dijî Ocalan şermezar kir 2020-02-14 11:19:32 AMED – KCD’ê bi daxuyaniyek nivîskî kompoloya navnetewî ya li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan şermezar kir.  Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) têkildarî salvegera 21’emîn a komploya navnetewî ya li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di 15’ê Sibata 1999’an de pêk hat, daxuyaniyek nivîskî weşand û komplo û dewamkirina tecrîtê şermezar kir.    Daxuyaniya KCD’ê wiha ye:   “Ev komploya navdewletî ya di şexsê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de li hemberî Tevgera Azadiyê û gelê Kurd pêk hatiye em careke din di salvegera 21'emîn de lanet dikin.   Bi hevkarî û tifaqa hêzên emperyal ên navneteweyî, paşverû yên heremî û dagirker di 15'ê Sibata 1999'an de komploya navdewletî pêk hat û armanc kirin ku bi vê komployê têkoşîna azadiya gelê kurd bênefes bihêlin û bi hiştina bê pêsengiyê bi temamî ji holê rakin. Komploya navdewletiî bi vîna mezin, berxwedana bêhempa, perspektîfa neteweya demokratîk û rêbertiya birêz Ocalan vala hat derxistin.   Komploya navdewletî ya15'ê Sibatê di aliyekê de xwestin daxwazên gelê kurd ê azadiyê têk bibin û bi vê re gelan bikin neyarê hev. Di serî de yekîtiya gelên kurd û tirk û hemû gelên Rojhilata Navîn hedef girtin.   Ev komploya bi lanet û planên wê bi pêşdîtin, hestiyarî û pêşengiya Rêberê Gelê Kurd birêz Ocalan negihîşt armanca xwe. Berovajî wê mirovahiyê şahidiya wê berxwedana dîrokî û bêhempa kir.   Planker û çêkerên ku komploya 15'ê Sibatê, di 21'emîn salvegera wê de ber bi tunebûn û têkçûnê ve diçin, lê Têkoşîna azadiyê ya ku Rêbertiya wê birêz Ocalan dike bi felsefe û îdealên jiyana hevpar li hemû erdnîgariya Rojhilata Navîn dide xwiyakirin û jiyankirin ji bo hemû gelên Rojhilata Navîn bûyê hêviya azadî û serkeftinê.   Bi Şoreşa Rojava, berxwedana Kobanê û Şengalê, berxwedana pergala xwerêvebirinê ya li Bakûrê Kurdistanê û têkoşîna gelê me yê leheng ê li dîasporayê hat dayîn û xwedî derketina tevahî ya li Rêbertiyê komployê vala derxist. Raya Giştî ya Cîhanê vê komploya li hemberî gelê me hat pêşxistin dît û li rex gelê me cihê xwe girt.   Lê mixabin dijminahî, înkarkirin û siyaseta tasfiyekirinê ya hêzên hegomonîk û hêzên herêmî yên metînger û paşverû ya li hemberî gelê me didome, zilm, zordarî û qetlîamên li dijî gelê me bi sepandinên tifaqên qirêj didome.   Sepandina tecrîdê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, perçeyê herî stratejîk a politikayên tasviyekar ên tifaqa qirêj ku di şexsê brêz Ocalan de li dijî tevgera Azadiyê pêk tîne ye.    Divê hemû gelê me bizanibe ku komploya 15’ê sibatê vala hatiye derxistin. Lê yên vê komployê pêşxistin hêj jî vala nasekinin û daîma dikevin nava hewlên tasviyekirina têkoşîna azadiya me.   Li hemberî vê komploya lanet divê hemû gelên Kurdistan û Tirkiyeyê, hêzên demokrasiyê û civaka navneteweyî seferber bibin, li hemberî tifaqa paşverû ya AKP-MHP'ê bibin yek û bi ruhê yekitiyê têkoşîna xwe bilindtir bikin.  Li hemberî êrîşên komplogeran ji xeynî berxwedan û parastina destkeftiyên me yên demokratîk tu rê nemaye. Em di wê bîr û baweriyê de ne ku komploya 15'ê Sibatê di şexsê birêz Ocalan de li hemberî gelê me pêk hatiye. Ji ber vê yekê heta birêz Ocalan azad nebe, ne mumkune em bêjin komplo bi temamî vala hatiye derxistin.Azadiya Ocalan, di sert û mercên azad de pêsengiya gelê me bike. Ev yek jêneger tekoşîna me ye. Ev mifteya çareserî û aştiyê ye.   Em careke din; komploya 15’ê Sibatê ku qestî demokrasî, yekîtî û jiyana hevpar a gelan kiriye lanet dikin; Em bang li hemû gelê xwe û dostên wan, Civaka Navdewletî û hêzên demokrasiyê dikin ku ji bo parastina Aşitî, Xwişk û Biratî, Demokrasî û li ser navê Jiyana hevpar  li dijî komploya 15’ê Sibatê têkoşîna xwe bilind bikin û piştgiriyê bidin çalakvanên di greva birçîbûnê de ne.”