Bi hinceta Demîrtaş 'kesekî naskirî ye' neanîn dadgehê! 2017-12-14 13:28:49 AMED - Fermandariya Cendirmeyan a Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê, ruxmê biryara dadgehê ya der barê Selahattîn Demîrtaş de ew neanî dadgehê û bi hinceta "Ji ber ku kesekî tê naskirin, xwedî derûdorek berfireh e û ji ber zêdebûn peywirê dê xetereyek cidî ya ewlehiyê derkeve holê" Demîrtaş neanîn dadgeha Amedê.   Hevserokê Giştî Selahattîn Demîrtaş di 9'ê Îlona 2015'an de der barê "Qedexeya derketina derve" ya li navçeya Cizîrê axivî bû, bi îdiaya "Hikumeta Komara Tirkiyeyê piçûk xistiye", doz lê hat vekirin û 2 sal ceza ji bo Demîrtaş tê xwestin. Doza li 7'emîn Dadgeha Cezayê Asliyeyê ya Amedê hat dîtin. Dadgehê hinceta neanîna Demîrtaş a dadgehê, "zêdebûna kar" da nîşan. Di dozê de parêzerên Demîrtaş amade bûn û destpêkê parêzer Mahsunî Karaman parastin kir.    Karaman aşkera kir ku 14 meh e Demîrtaş di girtîgehê de ye, li 32 dadgehan dozên cuda der barê miwekîlê wî Demîrtaş de hatiye vekirin û da zanîn ku bi rêk û pêk darizandin pêk nehatiye, ji ber wê mafê Demîrtaş ê darizandinek bi adil hatiye îhlalkirin.   Karaman destnîşan kir ku axaftinên ku Demîrtaş di Koma HDP'ê de kirine, bi axaftinên dozê de wekî sûc tê dîtin re heman axaftinin, divê ev doz bê xistin, an jî axaftinên di vê der barê de ji pisporên pêzan re bên şandin.   DADGEHÊ BIRYAR BINPÊ KIR   Parêzer Aygul Demîrtaş jî diyar kir ku cendirmeyan sedema neaînîna Demîrtaş a dadgehê "Ji ber ku kesekî tê naskirin, xwedî derûdorek berfireh e û ji ber zêdebûn peywirê dê xetereyek cidî ya ewlehiyê derkeve holê" da nîşan û da zanîn ku bi vê biryarê mafê miwekîlê wê hatiye binpêkirin.   Heyeta dadgehê piştî navber da dozê biryar aşkera kir û doz taloqî meha Gulanê kir.