Nûçegihanê me Yûnûs Dûman hat binçavkirin 2020-02-14 10:17:54 WAN - Nûçegihanê me yê Wanê Yûnûs Dûman, di serdegirtina malê de hat binçavkirin.  Li Wanê, polîsan di saetên serê sibê de bi ser gelek malan de girtin. Di serdegirtinên malan de nûçegihanê Ajansa Mezopotamya (MA) Yûnûs Dûman hat binçavkirin. Dûman ê hinceta binçavkirina wî nehat zanîn birin Şaxa TEM’ê ya Miduriyeta Polîsan a Wanê.    Derbarê binçavkirinên din ên li bajarê de jî, tu agahî nehatin bi dest xistin.