20 erkdarê ewlehiya taybe li xizmê nexweş xist 2020-02-14 09:23:40 AMED - Li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Gazî Yaşargîlê, 20 erkdarê ewlehiya taybent li nexweş û xizmên nexweş xistin. Bav û kur ên nexweş, der barê erkdarên ewlehiya taybet de serlêdana sûc kirin.  Di 10'ê Sibatê de 20 erkdarên ewlehiya taybet li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Gazî Yaşargîlê, li nexweş û xizmên nexweş xistin. Ahmet Oguz li nexweşxaneyê emeliyata dil bû. Li ser vê yekê dayika wî ji ser hişê xwe çû û kurê wê Yusuf Oguz ew ji bo muayenê bir poliklinîkê. Piştre ji bo ultrasonê ew şandin Qada 2'emîn. Di vê navberê de endamê ewlekariya taybet Hasan Y., bi hinceta zêde deng derdixin xwest wî qatî vala bikin. Di vê navberê de neheqî kir û bi destê xizmê nexweş Yusuf Oguz girt û kaş kir. Oguz, bertek nîşanî vê yekê da û got: "Vir nexweşxane ye." Endamê ewlekariyê Hasan Y. jî got "Ma ezê vê yekê ji te fêr bibim" û niqaş mezin bû. Endamên ewlehiyê yên dîn jî hatin. Piştre Amîrê ewlehiyê hat û Yusuf Oguz birin. Oguz, bi telefonê li bavê xwe Tahsîn Oguz ê li cem birayê wî Ahmet Oguz refeqatvanî dikir geriya. Dema bav bi hawara kurê xwe Yusuf Oguz hat endamên din ên ewlehiya hatbet li ser serê wan kom bûn û li wan xistin. Piştî amîr Ferît li endamên din ên ewlehiyê geriya, 20 endamên ewlehiyê li Tahsîn Oguz kurê wî Yusuf û biraziyê wî Semih Oguz kom bûn û li wan xistin. Piştî bûyerê esker hati ketin navbera wan.    Yusuf, Tahsîn û Semih Oguz piştî rastî lêdanê hatin serî li Serdozgeriya Komarê ya Amedê dan û serlêdana sûc kirin.