Parêzerê Ocalan Kanar: Darizandin ji serî heta binî bêhiqûqî bû 2020-02-14 09:11:22 STENBOL – Parêzer Ercan Kanar, destnîşan kir ku girtina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û darizandina wî dijî hiqûqê ye û got, biryar beriya darizandinê hatiye dayîn, lê dîsa jî kesên komploger negihaştine armanca xwe.  Di ser komploya navdewletî ku di 15'ê Sibata 1999'an de li dor Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hat çêkirin 21 sal derbas bûn. Ji roja ku Ocalan radestî Tirkiyeyê hatiye kirin heta niha di Girtîgeha Îmraliyê de ye. Parêzer Ercan Kanar ku heta niha 13 caran hevdîtin bi Ocalan re çê kiriye, destnîşan kir ku kesên komplo amade kirine negihaştine armanca xwe.    Kanar, diyar kir ku piştî Ocalan radestî Tirkiyeyê hatiye kirin danişîna ewil li Enqereyê hatiye lidarxistin û serfermandarê Tirkiyeyê zext li darazê kirine û hatiye xwestin doz bi rê û rêbazên devkî bê meşandin. Kanar, destnîşan kir ku Ocalan bi rê û rêbazên qorsan hatiye revandin û ardestî Tirkiyeyê hatiye kirin û got: "Tiştekî bi vî rengî di dema rejîma spî de li Afrîkaya Başûr ji bo şervanekî rizgariya neteweyî jî pêk hatibû. Dadgeha bilind gotibû, revandina bi vî rengî dijî hiqûqê ye. Me ev biryara navbirî ji bo Ocalan berpêşî dadgehê kiribû."    ‘DIJÎ HIQÛQÊ YE’   Kanar, anî ziman ku darizandina Ocalan bi her awayî dijî hiqûqê ye û got: "Di danişîna ewil a li Enqereyê hat lidarxistin de, min got 'Pîvanên hiqûqa nivîskî bi her awayî hatine binpêkirin.' Çimkî berê der barê Ocalan de 4 biryarên xiyabî yên girtinê hebûn, lê belê rabûn ew binçavkirin. Halbûkî li gor hiqûqa nivîskî kesê ku der barê wî de biryara girtinê ya xiyabî hebe, ew kes nayê binçavkirin. Lê belê ev rêgez di şexsê Ocalan de hatibû binpêkirin. Bêhiqûqîtiyeke din jî ew bû ku doz li cihekî din dihat lidarxistin. Yanî Ocalan li Îmraliyê bû. Girtîgeha Îmraliyê jî li Herêma Marmarayê ye. Lê doz li Enqereyê hat lidarxistin. Ev dijî hiqûqê ye. Me xwest doz li Amedê bê lidarxistin ku tê gotin kiryar herî zêde li Amedê pêk hatine. Çawa ji nav devê kin navê Amedê derket, ên li eywanê heste, kfirtî, perê hesin û çerçîfeyên wêneyên eskerên miribûn avêtin me. Heyet ji tirsa ji eywanê derket çû odeya xwe. Polîs jî qaşo ji bo me biparêzin em birin nezaretxaneyê. Paşê mînîbuseke kevn a emniyetê anîn ku qoltixên wê tunebûn û em lê siwar kirin. Gava em lê siwar bûn polîsan li nigên me dan. Dû re li Enqereyê em li semteke ku piraanî MHP'î lê bûn danîn. Gava em danîn jî polîsan li me xist. Yanî her tişt bi hesab û kîtab hatibû kirin."    ‘TIŞTÊN BALKÊŞ QEWIMÎN'    Kanar, diyar kir ku wan ev bêhiqûqîtî di danişîna ewil a li Îmraliyê de jî anîne ziman û got: "Li wir min helwesta dadgehê şermezar kiribû û ji eywanê derketibûm. Paşê Ocalan gazî min kir û xwest biçim danişîna li Romayê. Ez li Romayê tev li danişîna îltîcayê ya Ocalan bûm. Paşê Ocalan dîsa gazî min kir û xwest parêziya wî ya li Dadgeha Bilind bikim."    Kanar, anî ziman ku li Dadgeha Bilind hem wan hem jî Ocalan parastineke dûndirêj kirine û got: "Dîsa jî min parastineke nivîskî ku ji sed rûpelî pêk dihat da. Ocalan di parastina xwe de gotibû, 'Heger hûn ê bi darve bikin bikin.' Lê belê wê rojê tiştekî balkêş qewimî. Li eywana danişînê ya Dadgeha Bilind çapemeniya cîhanê hebû. Tam di orta parastinê de xener hat ku Ahmet Taner Kişlali miriye. Wê rojê qewimîna tiştekî bi vî rengî pir ecêb bû. Gava ev xeber hat nîviyê eywanê vala bû. Heger ew bûyer neqewimiyana wê hem parastina Ocalan hem jî ya me di çapemeniyê de bi awayekî berfireh cî bigirtana. Lê belê ji ber wê bûyerê çê nebû. Me bi awayekî dûndirêj parastin kir û got, pirsgirêka sereke pirsgirêka kurd e, rêgeza sereke ya hiqûqê hatiye binpêkirin û ev jî pratîka hiqûqa dijminatiyê ye."    ‘BIRYAR BERIYA DARIZANDINÊ HATIBÛ DAYÎN'    Kanar, gotinên Bulent Ecevît ên wê demê bibîr xistin ku gotibû "Em ê di mehekê de vê darizandinê biqedînin" û got: "Îqtîdara siyasî darizandin bi temamî xistibû bin kontrola xwe. Ji xwe li Tirkiyeyê tu wextî darizandin ne darizandineke serbixwe û bêalî ye. Ji bo Ocalan jî beriya darizandinê biryar hatibû dayîn. Mesela, gava hat gotin wê doz di nav mehekê de bi dawî bibe, me jî xwe li gor wê eyar kir û em rabûn li Bûrsayê ji bo mayînê li oetelê geriyan. Wê çaxê Kemal Yazici Midûrê Emniyeta Bûrsayê bû. Yazici, talîmat şand ji hemû otelan re û gotibû, 'hûn ê cih nedin parêzeêrn Ocalan.' Otelên xwediyên wan kurd jî di nav de kesî cih neda me. Paşê jî dosyeyên girîng ên dozê nedan Ocalan. Em beriya danişînê bi deh rojan çûn cem serokê dadgehê. Me jê re got, 'Mafê ji bo dizekî tên dayîn ji bo muwekîlê me nayên dayîn. Ev dozeke siyasî û girîng e.' Serokê Dadgehê got, 'yanî tu dixwazî bêjî çi?' Min jî got, 'Dosyeyeke 60 klasorî heye, lê fotokopiya wan jî endane me.' Serokê dadgehê got, 'Me jî enxwendiye, mêze hê jî di kîsan de ne. Ji xwe hemû wek hev in.' wê çaxê min jî ji hevaln re got, 'Hadê em biçin, kar qediyaye.' Tiştên pêk dihatên rêbazên engîzîsyonê bûn. Yanî hê di destpêkê de biryar hatibû dayîn. Ocalan, tu carî bi awayekî adil nehatiye darizandin. Rê û rêbazên darizandineke adil di şexsê Ocalan de hemû hatibûn binpêkirin. Ji xwe ji destpêkê ve her tişt hatibû eyrakirin. Tenê ji bo raya giştî rihet bikin darizandineke wiha dikirin."    Kanar, anî ziman ku paşê doz çûye Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) û got, DMME'yê jî diyar kiriye ku xala 5'an hatiye binpêkirin. Kanar, destnîşan kir ku piştî biryara DMME'yê diviya darizandin ji nû ve dest pê bikirana û got: "Lê belê Tirkiye, ji bo Ocalan ji nû ve neyê darizandin zûzûka qanûneke taybet çê kir. Ji bo wê guherandin hin dîrok diyar kirin. Tiştên wekî 'Kesên di vê navberê de ceza li wan hatibe birîn ne tê de, heger paşê DMME biryara ji bo jinûvedarizandinê bide wê bên darizandin.' Yanî ji bo Ocalan ku em dibêjin 'qanûnên 1'ê Hezîranê' hatin çêkirin. Halbûkî ji kesan bi taybetî qanûn nayên çêkirin. Ev ancax li welatên faşîst û dîktator tên çêkirin."    ‘GELEK XAL HATIN BINPÊKIRIN'    Kanar, destnîşan kir di şexsê Ocalan de gelek xalên DMME'yê hatine binpêkirin û got: "Hin biryarên DMME'yê hene ku gava kesek ji sê mehan zêdetir bi tena serê xwe di odeyekê de bimîne ev îşkence ye û mafê wî yê jiyanê dixe bin xetereyê. Lê niha li ber me pêkanîneke hucreyî ya 21 salan heye. Qayde û pîvaneke desteya înfazê ya cezayê heye. Sûc û ceza çi dibe bila bibe divê di înfazê de rêgeza wekheviyê pêk bê. Yanî du qanûnên înfazê, sê qanûnên înfazê nabin."    ‘KESÊN KOMPLO AMADE KIRIN NEGIHAŞTIN ARMANCA XWE'    Kanar, destnîşan kir ku 21 sal in Ocalan li Îmraliyê ye û bi awayekî pir giran tê tecrîdkirin û got: "Lê dîsa jî komploger negihşatin armanca xwe. Divê êdî Ocalan bê berdan. Ji bo kurd û tirk bi awayekî dostene bijîn, tekane rêya mayînde aştî ye. Lê mixabin îqtîdara heyî her diçe teslîmî MHP'ê dibe û polîtîkayên şerî zêdetir dike."    MA / Ferhat Çelîk