‘Beriya kongreya giştî ciwanên HDP'î bi zext û zoriyan re rû bi rû dimînin' 2020-02-14 09:09:48 MÊRSÎN – Berdevkê Meclîsa Ciwanan a HDP'ê Alî Bîlen, diyar kir ku beriya kongreya giştî polîs ciwanan hedef digirin û got, bi zext û zoran, bi binçavkirin û girtinan tê xwestin kes tev li kongreyê nebe.  Meclîsa Ciwanan a HDP'ê a Mêrsînê ji roja ku hatiye avakirin heta niha di hedefa polîsan de ye. Berdevkê meclîsê Alî Bîlen, diyar kir ku wê kongreya giştî di 23'yê Sibatê de pêk bê û beriya kongreyê zext û zorî zêde bûne.    ‘DIXWAZIN PÊŞÎ LI BER KONGREYÊ BIGIRIN'    Bîlen, diyar kir ku ji roja meclîsa wan hatiye avakirin heta nih herî kêm 8 caran polîsan avêtiye ser wan û got, bi binçavkirin û girtinan tê xwestin pêşî li ber xebatên ciwanan bê girtin. Bîlen, anî ziman ku polîs xebatên ji bo kongreya giştî asteng dikin û got: "Gava endamên me li taxan dixebitin hedef tên girtin. Polîs endamên me binçav dikin û edamên me bi îşkence û zextên wan re rû bi rû dimînin. Operasyona herî berfireh di dema hilbijartina 31'ê Adarê û çend roj berê pêk hat. Di operasyona beriya hilbijartina herêmî de 16 hevalên me hatibûn binçavkirin. Herî dawî çend roj berê 13 hevalên me ji ber xebatên konfrenasê hatin binçavkirin. Hevalên me yên hatin binçavkirin jî di nav de malbatên wan jî bi îşkenceyê re rû bi rû mane. Bi van operasyonan dixwazin kes tev li kongreyê nebe."    Bîlen, bibîr xist ku ew jî berê hatiye binçavkirin û got: "Di her operasyonê de em bi dewleteke ku dixwaze me îllegalîze bike re rû bi rû dimînin. Ji me re dibêjin, 'Em tu hiqûqeke HDP'ê, tu bernameyeke wê yî xebatê qebûl nakin. Em kesên silavê didin HDP'ê jî qebûl nakin.' Ev operasyon û helwest perçeyeke 'plana rûxandinê' ye. Her wiha tevî me dixwazin navenda me ya giştî jî îllegalîze bikin. Berê hevalên me yên navenda giştî jî hatibûn girtin. Êdî xebatek me yî biçûk jî tamûl nakin."    ‘WÊ XEBATÊN ME YÊN JI BO KONGREYÊ DEWAM BIKIN'    Bîlen, diyar kir ku hema bêje her roj polîs partiya wan dorpêç dikin û gava ciwan diçin partiyê nasnameyên wan kontrol dikin. Bîlen, destnîşan kir ku lê belê tevî hemû zext û zoriyan jî wê xebatên wan bidomin û got: "Du têketinên partiya me hene. Polîsan her du têketin jî girtine. Di çûnhatinê de nasnameyan kontrol dikin. Gava ciwanek sê rojan li ser hev du bê partiyê tên binçavkirin. Ev operasyon tim pêk tên. Lê dîsa jî em ê dev ji rêça xwe bernedin. Wê xebatên me dewam bikin. Ji bo kongreya me ya 4'an bi girseyî pêk bê wê xebatên me bidomin. Em ê tim û tim fikr û ramanê HDP'ê ji gel re vebêjin."