'Wê îsal penaber pir bimirin' 2020-02-14 09:09:16 WAN - Endamê Komîsyona Koçberan a Baroya Wanê Parêzer Mahmût Kaçan, diyar kir ku ji ber ku êdî koçber bi komî tev digerin dibe ku îsal zêdetir bimirin û got: "Divê welat nêrîna xwe ya ji bo penaberan biguherînin. Ji ber ku mirov nikarin xwe bigihînin prosedurên hêwirandinç serî li rêyên wisa bi xetere didin."  Penaberên ku li navçeyên Wanê yên li ser sînor dimirin, hê jî di rojevê de ne. Endamê Komîsyona Penaberan a Baroya Wanê Parêzer Mahmût Kaçan ku bi salan di Komîsertiya Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (NY) de xebitî, der barê rewşa penaberan de axivî.    'MIRINÊN KOMÎ'    Parêzer Kaçan, destnîşan kir ku mirina penaberan ne tiştekî nû ye, lê belê di salên dawî de penaber bi awayekî komî dimirin û got, berê hindik dimirin lê belê çend sal e li ser sînoran bi dehan cenaze tên dîtin. Kaçan, da zanîn ku par piştî berf heliyabû li Elbakê 26 û li Ebexê 16 cenaze hatibûn dîtin û got: "Dibe ku îsal zêdetir bin. Çimkî êdî penare yeko yeko nayên bi awayekî komî tên."    'WÊ ÎSAL HEJMAR ZÊDETIR BE'    Kaçan, diyar kir ku penaber li ser sînoran bi rewşên dijwar re rû bi rû dimînin û got: "Bi taybetî jî kesên li sînorên Wanê dixin diqefilin. Li gorî 10 penaberên anîn neexweşxaneyên Wanê; wê îsal hejmara penaberên mirî zêdetir be. Em çûn nexweşxaneyê, me bi van kesan re xebar da. Qaçaxçiyên mirovan van kesan tînin sînor û wan be rbi rêyne nenas ve dişînn. Penaber nizanin li kuderê ne. Kesên anîne nexweşxaneyê û wê gelek lebatên wan bên jêkirin, piranî jê qaçaxçiyan ew anîne û li sînor berdane."    Kaçan, diyar kir ku tesîra avhewayê jî li ser vê felaketê heye û got: "Her diçe hem li Tirkiyeyê hem jî li welatên din xwegihandina pergala hêwirandinê pir zehmet bûye. Mirovên ku nikarin xwe bigihînin prosedurên hêwirandinê yên van welatan mixabin serî li rêyên bixetere didin. Sedema sereke ya vê yekê, nezelalîbûna proseduran e. Sedemeke din jî, êdî qaçaxçîtiya mirovan veguheriye enduristiyekê. Çimkî sektoreke bêrîsk e. Ev kes bên zevtkirin jî piştî demeke kin serî şi tevdîra girtinê didin."    Kaçan, bal kişand ser cezayên dadgehan ên ji bo van kesan jî û got: "Yanî qaçaxçîtiya mirovan bûye sketoreke trend. Tiştekî din jî heye, penaberên ku berê xwe didin gundên li ser sînor derî li ser wan tên girtin. Çimkî ev kes jî difikirin ku gava wan bînin mala xwe dibe ku bi îdiaya qaçaxçîtiya mirovan bên binçavkirin an jî girtin. Ev rewş jî dibe sedema mirinê. Mirov ji bo neyên tawanbarkirin alîkariya mirovên ku ji serma hindik maye bimirin nakin."    Kaçan, diyar kir ku penaber ji eskeran jî alîkariyê naxwazin, çimkî dizanin gava ku bixwazin wê esker wan der sînor bikin.    'NIKARIN XWE BIGIHÎNIN PROSEDURÊN HÊWIRANDINÊ'    Kaçan, destnîşan kir ku divê civak zanibe ku penaber ne mirovine sûcdar in û got: "Belê, penaber dimirin. Li sînoran ji serma nemirin jî di behran de difetisin. Bi hezaran bûyerên bi vî rengî hene. Tişta sereke ew e ku dewlet nêrîna xwe ya ji bo penaberan biguherînin. Divê bikin ku mirov karibin xw ebigihînin prosedurên wan. Mirovên ku nikarin xwe bigihînin prosedurên hêwirandinç serî lir êyên bixetere didin. Li deverên ku tê zanîn penaber xwe lê dixin divê eskerên li wir alîkariya wan bikin. ev xisûseke lezgîn e û divê her welat pêk bîne."    MA / Adnan Bîlen