Dadgeha îstinafê careke din biryara der barê kesê zarokek îstismar kir xera kir! 2020-02-14 09:07:57   ŞIRNEX - Li Silopiyayê Eşref Y. zarokek îstismar kiribû. Dadgehê 10 sal ceza lê Eşref Y. birîbû. Lê belê dadgeha îstinafê careke din cezayê Eşref Y. xera kir. Dadgeha îstinafê derpêş kir ku a hatiye kirin "destavêtin" e.  Di 2017'an de li Silopiyaya Şirnexê Eşref Y. keçeke 14 salî îstismar kiribû. Li ser vê Eşref Y. di 21'ê Mijdara 2017'an de hatibû binçavkirin û piştî rojekê di bin çavan de mabû bi tawanbariya "îstismarkirina zarokekê" hatibû girtin. Piştî Dadgeha Cezayê Giran a 2'yan a Cizîrê îdianameya der barê Eşref Y. de qebûl kiribû, 10 sal ceza lê birîbû. Paşê parêzerê Eşref Y. dosye ji Dadgeha Îstinafê ya Dîlokê re şandibû. Dadgehê jî bi hinceta "xisûsên kêm bên temamkirin" biryar xera kiribû.    Piştî biryar hat xerakirin Eşref Y. ji nû ve hat darizandin. Dadgeha Cezayê Giran a 2'yan a Cizîrê careke din bi heman tawanbariyê 10 sal ceza li Eşref Y. birî. Parêzerê Eşref Y. careke din dosye ji îstinafê re şand û dadgehê careke din biryar xera kir. Dadgehê di biryara xwe de derpêş kir ku a hatiye kirin "destavêtin" e û dadgeha cezayê giran ev yek paşguh kiriye.    Piştî vê biryarê dosye careke din ji Dadgeha Cezayê Giran a 2'yan a Cizîrê re hat şandin.    MA / Mujdat Can