ROJEVA 14'Ê SIBATA 2020'AN 2020-02-14 09:00:31 * Li Silopiyayê Eşref Y. zarokek îstismar kiribû. Dadgehê 10 sal ceza lê Eşref Y. birîbû. Lê belê dadgeha îstinafê careke din cezayê Eşref Y. xera kir. Dadgeha îstinafê derpêş kir ku a hatiye kirin "destavêtin" e.  *  Endamê Komîsyona Koçberan a Baroya Wanê Parêzer Mahmût Kaçan, diyar kir ku ji ber ku êdî koçber bi komî tev digerin dibe ku îsal zêdetir bimirin û got: "Divê welat nêrîna xwe ya ji bo penaberan biguherînin. Ji ber ku mirov nikarin xwe bigihînin prosedurên hêwirandinç serî li rêyên wisa bi xetere didin."    * Li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Gazî Yaşargîlê, 20 erkdarê ewlehiya taybent li nexweş û xizmên nexweş xistin. Bav û kur ên nexweş, der barê erkdarên ewlehiya taybet de serlêdana sûc kirin.    * Berdevkê Meclîsa Ciwanan a HDP'ê Alî Bîlen, diyar kir ku beriya kongreya giştî polîs ciwanan hedef digirin û got, bi zext û zoran, bi binçavkirin û girtinan tê xwestin kes tev li kongreyê nebe.    * Dayika Ayşe Karaman a tê îdîakirin ku ji aliyê Ozgur Tarhan ve hat kuştin Ferîde Karaman, diyar kir ku ji bo rawestandina kuştinên jinan, divê hemû jin  dest bidin hev.    * Parêzer Ercan Kanar, destnîşan kir ku girtina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û darizandina wî dijî hiqûqê ye û got, biryar beriya darizandinê hatiye dayîn, lê dîsa jî kesên komploger negihaştine armanca xwe.    *Xizmên girtiyên nexweş ên bertek nîşanî serbestberdana bersûcê Komkujiya Sîwasê Ahmet Tûran Kiliç ê ku aliyê Serokkomar Erdogan ve hat efûkirin dan, banga “Qanûnan bi awayekê wekhev bi cih bînin” kirin.    * Penaberên kampa Oberburen a girêdayî Kantona ST Gallenê ya Swîsreyê, diyar kirin ku li kampê rayedar, di bin navê "'Pergala Jiyana Nû" de şertên pergala qişlaya Eskerî li wan ferz dikin û dixwazin wan li gorî xwe entegre bikin.    * Danişîna doza endamên Grup Yorum Bahar Kurt û Helin Bolek  jî di navde 5 kesên bi îdîaya “endamtiya rêxistinê" tên darizandin, dê li 35’emîn Dadgeha Cezayên Gran a Stenbolê bê dîtin. (09.30)   * 16'emîn danişîna doza Rojnameya Ozgur Gundem a bi KHK'ê hat girtin dê li 23'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê bê dîtin. (10.00)   * 1'emîn danişîna doza kuştina Murat Daşkan ê 4 sal berê bi guleya polîsan hat kuştin, dê li 1'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Edeneyê bê dîtin. (10.00-19.00)   * Berdevkê HDP'ê Gunay Kubîlay, dê li Navenda Giştî ya HDP'ê civîna çapemeinyê li dar bixe. (11.00)   * Şaxa ÎHD'ê ya Enqereyê dê têkildarî çalakiya grava birçîbûnê ya Grup Yorum  û parezerên ÇHD'ê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (12.30)     * Odeya Tabiban a Amedê (DTO), dê têkildarî xelata Aştî, Dostanî û Demokrasiyê ku her sal dide li avahiya xwe civîna çapemeniyê li dar bixin. (12.30)   * Danişîna doza Nisêbinê ku 70 yek bi yek tên darizandin dê li Edliyeya Mêrdînê berdewam bike. (10.00-17.00)     * Baroya Amedê dê têkildarî kuştina Tahîr Elçi di hefteya 215'an de çalakiya “Kursiya Mafên Mirovan a Tahir Elçî" lidar bixin. (13.30)