Li du bajaran panelên komploya 15’ê Sibatê: Yên di komployê de cih girtin tecrîtê birêve dibin 2020-02-13 16:56:26 NAVENDA NÛÇEYAN – Li du bajaran têkildarî komploya navnetewî ya li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û tecrîtê panel hatin lidarxistin. Di panelan de banga li dijî tecrîtê hat kirin û hat gotin “Yên komployê pêk anîn di heman demê de yên tecrîtê didomîn in.”  Li Amed û Rihayê têkildarî salvegera 21’emîn a komploya navnetewî ya li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di 15’ê Sibata 1999’an de pêk hat û tecrîtkirina Ocalan panel hatin lidarxistin.   Rêxistina HDP’ê ya navçeya Pirsûsa Rihayê li avahiya xwe bi mijara “Komploya Navnetewî ya 15’ê Sibatê” panel hat lidarxistin. Parlamentera HDP’ê ya Sêrtê Meral Daniş Beştaş û ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê Muharrem  Şahîn wek axaftvan beşdarî panelê bûn. Parlamenterên HDP’ê û gelek welatî jî beşdarî panelê bûn.    BEŞTAŞ: EM DI TÊKOŞÎN DAYÎNÊ DE KÊM MAN    Parlamentra HDP’ê Meral Daniş Beştaş di panelê de wiha got: “Birêz Ocalan hat revandin û wî li Girava Îmraliyê heps kirin. Armanca wan ew bû ku birêz Ocalan bi tenê bihêlin û îzole bikin. Lê nikaribûn pêşiya Ocalan bigirin. Bi nêrîn û pirtûkên xwe fikrek mezin belav kir. Tevahiya civakê fikrên Ocalan qebûl kir. Komplo negihîşt armanca xwe. Lê mixabin me birêz Ocalan heta niha azad nekir. Li dijî vê komployê têkoşîna me kêm ma. Divê em vê yekê bibînin û têkoşîna xwe mezintir bikin. Îro komplo bi tecrîtê û dagirkirina Rojavayê Kurdistanê dewam dike.”    'BI HIQÛQÎ NAYÊ ÇARESERKIRIN’    Parêzer Muharrem Şahîn jî axivî û got: “Tecrîta li Îmraliyê li tu deverên cîhanê nehatiye dîtin û nehatiye sepandin. Astengkirina çûyîna parêzeran jî dide xuyakirin ku çiqas ji Ocalan û ramanên wî ditirsin û nîşaneya sepanên li ser birêz Ocalan e. Tecrît di astek giran de dewam dike. Em ji bo vê yekê têkoşînek cidî ya hiqûqî birêve dibin. Lê ev ne rewşek bi hiqûqî nayê çareserkirin. Çimkî tu yasa nayên sepandin. Komplo di roja me ya îro de jî didome. Yên di pêkanîna komployê de cih girtin îro bi heman awayî jî tecrîtê birêve dibin. Ev tecrît bi destên komplogeran tê dewamkirin. Dixwazin civakê hînî tecrîtê bikin. Divê em div î warî de hişyar bin.”    Panel bi pirs û bersivan bi dawî bû.    AMED    Rêxistina HDP’ê ya Amedê jî li eywanek dawetê ya li navçeya Kayapinarê panel li dar xist. Ji parêzerên Ocalan, Newroz Ûysal, Parlamentera HDP’ê ya Mêrdînê Ebrû Gunay a ku berê parêzera Ocalan bû û Hevserokê Rêxistina HDP’a Amedê Zeyyat Ceylan wek axaftvan beşdarî panelê bûn. Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz, rêveberên HDP’ê û DBP’ê û gelek welatî beşdarî panelê bûn. Pankart hatin daliqandin û dirûşmên “Bijî Serok Apo” û “Bê Serok jiyan nabe” bers kirin.    Beriya panelê polîsan bi maşîneyên zirxî li derdora cihê panelê tedbîrên zêde girtin.    ‘WÊ TECRÎT BÊ ŞIKANDIN’    Di panelê de ewil Hevserokê HDP’a Amedê Zeyyat Ceylan axivî û wiha got: “Gelê kurd tu carî li dijî înkar û zextan serî netewandiye. Di şexsê birêz Ocalan de dixwazin gelê kurd tune bikin û bikin kole. Ji bo vê yekê jî siyaseta xwe ya qirêj birêve dibin. Di encama vê polîtîkaya xwe ya qirêj de 21 sal in birêz Ocalan bi komplo û tecrîtê re têdikoşe û li dijî vê yekê têkoşîna aşitiyê birêve bir. Birêz Ocalan bi felsefeya xwe polîtîkayên wan qirêj vala derxist. Wê têkoşîna gelê kurd bi ser bikeve û tecrît têk biçe.”    ‘HIQÛQÊ WEK AMÛRÊ BIKAR TÎNIN’    Parêzer Newroz Ûysal jî bal kişand ser 15’ê Sibatê û wiha got: “15’ê Sibatê ji bo me Roja Reş e. Bi dîlgirtina birêz Ocalan ne dikaribûn dengê wî ne jî dengê civakê qût bikin. Têkoşîn her domiya. Ji bo birêz Ocalan pergalek taybet hatiye avakirin. Ji bo vê pergal3e jî girtîgehek taybet înşa kirin. Hema bêje mînaka pergala Îmraliyê li Tirkiyê û dinyayê tune ye. Birêz Ocalan 10 salan bi tenê hat hiştin û nehiştin parêzer û malbata wî biçe hevdîtinê. Astengî hêj didome û hiqûqa li Tirkiyê wek amûr tê bikaranîn. Tecrît tu demê neqediyaye û îro jî bi awayek girankirî didome. Her roja ku diçe hiqûq paş ve dimîne. Birêz Ocalan li dijî tecrîtê seknek mezin nîşan dide. Divê em tenê ne şikandina tecrîtê wî bigihînin azadiya wî.”    ‘ÇI JI DESTÊ ME WERE EM Ê BIKIN’   Endama Parlamentoya Ewropayê Julîe Ward a endama Heyeta Aştiya Navnetewî ji ber rewşa hewayê nikaribû beşdarî panelê bibe û li ser Skype beşdarî panelê bû û wiha axivî: “Ez dixwazim hûn dizanibin ku ji bo Ocalan bigihîje azadiya xwe çi ji destê me were em ê bikin.” Piştî axaftina Ward, beşdaran kêliyek dirêj jê re li çepikan dan.    ‘AKP XWE BI TECRÎTÊ BIRÊVE DIBE’    Parlamentera HDP’ê Ebrû Gunay jî destnîşan kir ku 21 sal in berxwedanek mezin heye û dema bi Ocalan re hevdîtin tên kirin xweşî çê dibe. Gunay diyar kir ku AKP xwe bi tecrît û şer li ser pêya digire û got: “AKP tecrîtê veguherandiye rêveberiyê û xwe wisa birêve dibe. Divê em li bênavber li dijî tecrîtê têbikoşin û birêz Ocalan bigihînin azadiya wî.”    Piştî axaftinan panel bi nîşandana sînevziyona qala komployê dikir bi dawî bû.