Gergerlîoglû: Endamên Grûp Yorûmê li ber mirinê ne 2020-02-13 15:19:22 ENQERE - Parlamenterê HDP'ê Omer Farûk Gergerlîoglû, bal kişand ser rewşa endamên Grûp Yorumê yên di greva birçîbûnê de ne û ev tişt got: "Li ber mirinê ne. Heke sibê dusiba van mirovan bimirin wê ji bibne şermeke mezin a mirovahiyê." Parlamenterê HDP'ê yê Kocaeliyê Omer Farûk Gergerlîoglû, bal kişand ser rewşa endamên Grûp Yorumê yên di greva birçîbûnê de ne axivî. Gergerlîoglû diyar kir ku çalakiya greva birçîbûnê seriya 20 rojî ketiye û wiha got: "Li ber mirinê ne. Heke sibê dusiba van mirovan bimirin wê ji bibe şermeke mezin a mirovahiyê. Daxwaza wan rakirina zextên siyasî yên li ser wan e"