Hevjîna Bali yê DAIŞ’î: Polîsan ez li otelê di lêpirsînê re derbas kirim 2020-02-13 15:18:51 ENQERE - Hevdjîna bersûcê firarî Îlhamî Bali yê di Komkujiya Gara Enqerê 10’ê Cotmehê de tê darizandin Hulya Bali, diyar kir ku berî ku hevjînê wê biçe Sûriyeyê çû gel tarikata menzîl a li Dîlokê û got: “Dema ku ez dibin çavan debûm, ez birim otelekê û polîsan li wê derê ez di lêpirsînê re derbas kirim.”  Danişîna 4’emîn a doza darizandina 16 bersûcên firarî yên Komkujiya Gara Enqerê ya di 10’ê Cotmehê de pêk hat, li 4’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqerê hat dîtin. Berî danişînê ewlekariyek mezin hatin girtin. Polîsan di ketina danişînê de zorî ji bo xebatkarên çapemeniyê dexistin. Ozlem Alev Demîrel ji bo ku dozê bişopîne ji parlamentoya Yekitiya Ewropayê hat Tirkiyeyê. Lê ligel hemû daxwazan jî destûr nehat dayîn ku beşdarî danişînê bibe.    Piştî tespîta nasnameyê danişînê dest pê kir. Dest pê kê parêzer Îlker Îşik parastin kir û wiha axivî: “Ji serê vê sibê ve ewlekariyek zêde hatiye girtin. Ji bo ku xebatkarên çapemiyê karê xwe nekin, zext li wan tê kirin. Ev nayê qebûl kirin.”   PIŞTÎ HEVJÎNA XWE ÇÛ SÛRIYEYÊ    Hevjîna bersûcê fîrarî Îlhamî Bali ya dixwaze ji poşmantiyê sûdê bigire û bi SEGBÎS’ê beşdarî danişînê bû Hulya Bali, parastin kir û wiha got: “Em di sala 2007’an de zewicîn. Hevjînê min ji nişkave di sala 2014’an de tevlî DAIŞ’ê bû. Evjînê min dûre çû Sûriyeyê. Ez jî piştî wî 10 rojan bi rêyên qaçax çûm Sûriyeyê. Hevjînê min ji min re got çûye komeleyan. Hevjînê min bi zarokên min gef li min xwar. Ez jî neçar mam ku biçim Sûriyeyê. Dema ez çûm Sûriyeyê Îlhamî ez pêşwazî kirim û birim malekê. Ji ber ku ew der dihatin bombekirin, em tim cihê xwe diguhert. Min dixwest ku ez vegerim. Lê ez ne dişandim. Min Denîz Buyukçelebî û hevjîna wî Şengul Buyukçelebî li wê derê nas kirin. Em diçin malên hev.”    Bali, da zanîn ku agahiya wê ji Komkujiya 10’ê Cotmehê tune bû û wiha bilêv kir: “Dema ez hatim Tirkiyeyê agahiya min ji komkujiyê çêbû. Ez berpirsiyarên komkujiyê nas nakim. Tu agahiya min ji wan nîne. Ez di sala 2018’an de hatim Tirkiyeyê. Ji Sûriyeyê heya sînor min 2 hezar dolar da qaçaxciyan. Ez li gorima xwe geriyam û min jêre got ez dixwazim vekirim. Wê li Bûrsayê li komîserek geriya. Dûre polîsan hat, ez birim. Min ne dizanî Îlhamî Bali çi karî dike. Navê Ebûbekir weke kod bi kar dianî. Li Sûriyeyê telefon ne dikêşa. Li wê derê me telefon bi kar ne dianî. Dema ez hatim Tirkiyeyê, ez qet bi hevjînê xwe re ne axivîm. Dema ez hatim Tirkiyeyê, nû agahiya min derbarê peywira hevjînê min Îlhamî Bali ya di nava DAIŞ’ê de çêbû.”     POLÎSAN LI OTELÊ DI LÊPIRSÎNÊ RE DERBAS KIRIN!   Bal dûre bersiva pirsên Prz. Dogukan Tonguç Cankurt da û wiha bilêv kir: “Ez li ser sînor nehatim girtin. Ez bi xwe teslîm bûm. Çavê min girê dan û ez birim otelekê. Polîseke jin û zilam, 3 rojan li wê derê ez di lêpirsînê re derbas kirim. Dema destpêkê ez binçavkirim, ewil ez birim ciheke mîna qereqolê, pir xerab nêzî min bûn. Lê li otelê baş nêzî min dibûn.”   Prz. Cankurt, dûre mafê axaftinê girt û wiha got: “Di îfadeya Bali de nakokî heye. Tu dixwazî ji poşmantiyê sûdê bigirî. Divê tu li ser vî esasî hemû nakokiyan rast bikî.”   XEZÛRÊ WÊ EW HIŞYAR KIR     Bali dema ku bi SEGBÎS’ê diaxivî, hat dîtin xezûrê wê li gel wê û ji bo bersivdayina pirsan wê hişyar dike.    Malbatan li ser vê yekê bertek nîşanî dadgehê dan û gotin: “Gelo bi vî awayî wê rastî çawan derkeve holê. Ma qey darizandinek wiha dibe?”   Piştî îfadeya Bali, dadgehê navber da danişîne.