Polîsan welatiyê Kor binçav kirin 2020-02-13 14:13:29   MÛŞ - Li bajaroka Neynikê ya navçeya Kopê polisan bi ser malekê de girt û welatiyê kor Hukmet Açik binçav kirin.    Li bajaroka Neynikê ya navçeya Kopê ya Mûşê, polisan serê sibehê bi ser malekê de girt û welatiyê bi navê Hukmet Açik (52) ku çavên wî nabînin binçav kirin. Polisan, Açikê ku sedema binçavkirina nehat hinkirin, birin Miduriyeta Polisan a Mûşê.