Danişîna nûçegihanê ETHA’yê hat taloqkirin 2020-02-13 14:13:04   STENBOL - Danişîna doza bi îdîaya “endamtiya rêxistinê” ya derbarê nûçegihanê ETHA Adîl Demîrcî û 21 kesên din de hatibû vekirin, hat taloqkirin.    7’emîn danişîna doza bi îdîaya “endamtiya rêxistinê” ya darbarê nûçegihanê ETHA Adîl Demîrcî û 21 kesên din de hatibû vekirin, li 25’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê hat dîtin. Îsmet Yûrtsever, Serhat Bûlgûrcû, Celal Yaman, Mesût Çekî, Alî Mûrat Yildiz, Gonûl Goren, Ummuhan Ozdemîr û Hasan Kilik ên ne girtî tên darizandin beşdarî danişînê bûn. Demîrcî û bersûcên din beşdarî danişînê nebûn.    Kesên beşdarî danişînê bûn, piştî tespîta nasnameyê paratin kirin û xwestin biryara şeretê kontrola edlî ya li ser wan bê kirin û daxwaza beraeta xwe kirin.    Şandeya dadgehê, daxwaza rakirina şertê kontrola edlî red kir û danişîn taloqî 6’ê Hezîranê kir.