Li Wanê 17 kes hatin binçavkirin 2020-02-13 13:42:22   WAN - Li Wanê, di serdegirtina malan de 17 kes hatin binçavkirin.    Li navenda Wanê, polîsan di saetên serê sibê de bi ser gelek malan de girtin. Di serdegirtinên malan de 17 kes hatin binçavkirin. 17 kesên hinceta binçavkirina wan nehatin zanînin li Midûriyeta Polîsan a Bajêr tên girtin.    Navê hin kesên hatin binçavkirin wihan e: Erhan Borak, Firat Kirdan, Cengîz Tamûr, Yûsûf Aydin, Ramazan Îtah û Dogan Şahîn.    Hat diyar kirin ku dibe ku hejmara kesên li bajêr bên binçavkirin zêdetir bibe.