Welatiyekê li ber Meclîsê got ‘ez birçîme’ û xwest xwe bişewitîne 2020-02-13 13:39:37   ENQERE - Welatiyekê serê vê sibê li ber Meclîsê, piştî got “ez birçîme” xwest xwe bi şewitîne.    Welatiyekê serê vê sibê li ber Deriyê Şankaya ya Meclîsê got “ez birçîme” û xwest xwe bi şewitîne.  Parlamenterê CHP’ê yê Mêrsînê Alî Mahîr Başarir ê şahidiya bûyerê kir, ji ajansa me re axivî û got: “Welatiyekê got ‘ez birçîme.’ Dûre benzîn bi serê xwe de kir û xwest xwe bi şewitîne. Polîsan mudaxileyî wî kirin û ji wir birin. Ji bo ku ev bûyer di çapemeniyê de dernekeve polîsan ew ji vir birin. Ji ber ku me bûyer di dît, me jî di medya civakî de parve kir.”    ‘HEWL DIDIN VEŞÊRIN’   Başarir, diyar kir ku polîsan destûr nedan ku weneyan jî bikêşin û wiha got: “Dixwazin bûyerê ji çapemeniyê veşêrin. Ev pir bi êşe. Li her devara Tirkiyeyê bûyerên întîxarê rû didin. Li Mêrsînê di heftiya derbas bûyî de, welatiyekê xwest xwe ji qata 8’an bêveje û întîxar bike. Dîsa welatiyekê ku got ‘zarokên min birçîne’ û xwe şewitand. Îro mirov derdê kar û xwarinê dikêşin, lê tu derdekê Bankeya Îş tuneye.”