Emsal Atakan: Li şûna kujerên kurê min li min doz vekirin 2020-02-13 13:27:58 HATAY - Dayika Ahmet Atakan ê di çalakiyên Geziyê de jiyana xwe ji dest da Emsal Atakan ku ji ber parvekirinên wê yên li ser medya civakî doz lê hat vekirin, diyar kir ku li şûna kujerên kurê wê doz li wê hatiye vekirin û bertek nîşanî vê yekê da.    Ahmet Atakan, di sala 2013'an de dema çalakiyên Geziyê, ji aliyê polisan ve hat kuştin. Li gel ku çend sal ser bûyerê re derbas bûne jî hê doz li kujerên Atakan nehatiye vekirin. Li şûna ku doz li kujerên Atakan bê vekirin, li Dayika wî Emsal Atakan hat vekirin. Ji ber parvekirina ku di salvegera kuştina Dîlek Dogan de li ser hesabê xwe yê medya civakî kir, bi angaşta ku "Leşker û polisan biçûk xistiye" doz li Dayik Atakan hat vekirin. Yekemîn daneşîna dozê, li 3'emîn Dadgeha Sizaya Giran a Hatayê hat dîtin. Dayik Atakan ku berdayî tê darizandin, parêzera xwe Hatîce Can, Parlamentera HDP'ê ya Edeneyê Tulay Hatîmogûllari, dayik û bavê Alî Îsmaîl Korkmaz ku di çalakiyên Geziyê de jiyana xwe ji dest da û gelek nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên mafên mirovan tevlî daneşînê bûn. Daneşînê bi tespîtkirina nasnameyê dest pê kir û bi xwendina kurtbûna angaştnameyê berdewam kir.    DANEŞÎN TALOQ BÛ   Dayik Atakan parastina xwe kir û tewanbariya lê hatiye kirin red kir û ev tişt got: "7 sal in ji bo kurê xwe têdikoşim lê doz li min hat vekirin. Di parvekirina min de leşker û polis piçûk nehatine xistin. Tenê min ji kujeran re gotiye kujer. Ez bê sûc im. Daxwaza beraeta xwe dikim." Parêzera Atakan Hatîce Can jî xwest ku parvekirinên muwekîla di çarçoveya azadiya ramanê de bê nirxandin û beraetkirin.    Piştî parastinê Heyeta Dadgehê, ji bo derbaskirina kêmasiyan daneşînê taloqî 26'ê Adarê kir.    'JI KUEJERAN RE KUJER TÊ GOTIN'   Piştî daneşînê li ber Edliyeya Hatayê ji aliyê beşdarên daneşînê ve daxuyanî hat dayîn. Dayik Atakan, diyar kir ku ji ber ku ji kujeran re gotiye kujer li şûna kujerên kurê wê doz li wê hatiye vekirin û wiha got: "Dîlek Dogan li ber çavê hemû Tirkiyeyê hat dîtin ku çawa hat kuştin. Ez tenê ji kujeran re dibêjim kujer. Jixwe ji kujeran re jî kujer tê gotin. Em jî ji bo zarokên me yên hatine kuştin daxwaza edaletê dikin."     Piştî Atakan Parlamenter Tulay Hatîmogûllari jî axivî û bertek nîşanî darizandina Atakan da û got ku li cem malbatê ne.