Sewqiyeta ji bo Îdlîbê dewam dike: Tijebûna di nexweşxanê de zêde bû 2020-02-13 12:45:08 HATAY - Hêzên Çekdarên Tirk (TSK) sewqiyata leşkerî ya ji bo baregehên çavderiyê yên li Îdlîb û sînorê Hatayê dewam dike. Di heman dejê helîkopter gelek mirî û birîndar ji herêmê tîne nexweşxaneyên Hatayê.     Hêzên Çekdarên Tirk (TSK) sewqiyata leşkerî ya ji bo baregehên çavderiyê yên li Îdlîb û sînorê Hatayê dewam dike. Li aliyekê sewqiyeta leşkerî dewam dike û li aliyê din jî, bi helîkopteran gelek mirî û birîndaran ji herêma Îdlîbê, tînin nexweşxayên Hatayê. Hat diyar kirin ku beşeke Nexweşxaneya Dewletê ya Nû ya Hatayê ji bo birîndaran hatiye veqetandin, destûr nayê dayîn ku sivîl bikevin vê beşe û gelek personel ji bo demekê li nexweşxanayê hatine peywirdarkirin. Di dîmenekê ku duh gehişt ajansa me û wisn xuya dike ku duh hatiye kişandin de, helîkopter li du hev radin û danîn in. Ambûlansên di baxçeyê de jî, birîndarin an jî mirîne dibin servîsên nexweşxanê.