Elçî: Berfa 4 salan a li ser min bihele dê her tişt derkeve holê 2020-02-13 12:17:14   AMED - Turkan Elçî, li ser îfade girtina 3 polisên a piştî 4 salan çû serdana gora Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî û li ser hesabê xwe yê medya civakî ev tişt parve kir: "Îro serê sibehê têkildarî îfade girtina 3 polisên bersûc çûm nêrîn ji Tahîr girt. Elçî got, 'Berfa 4 salan a li ser min bihele dê her tişt derkeve holê'."   Serdozgeriya Komarê ya Amedê, di lêpirsîna Serokê gora ya Amedê Tahîr Elçî de piştî 4 salan îfadeyê 3 polisên bersûc girt. Serdozger Ahmet Yavûz, diyar kir ku ji niha şûn de dê asta lêpirsînê temam bibe û derbasî asta dozê bibe. Li ser vê yekê hevjîna Elçî Turkan Elçî, çû serdana Gora Tahîr Elçî ya li Goristana Yenîkoyê ya li navçeya Rezan a Amedê. Turkan Elçî, piştî serdana xwe gora Elçî ya çar aliyê wê bi berf li ser hesabe xwe yê twîtterê parve kir. Elçî di parvekirina xwe ev tişt nivîsand: "Îro serê sibehê têkildarî îfade girtina 3 polisên bersûc çûm nêrîn ji Tahîr girt. Min jê re got, 'Tu bawer dikî'. Destpêkê bêdeng ma. Paşê got, 'Berfa 4 salan a li ser min bihele dê her tişt derkeve holê'. Me bi hev re li berfa ku dibariya mêze kir."