Nexweşa pençeşêrê Kesler hat berdan 2020-02-13 11:53:52   STENBOL - Nexweşa pençeşêrê Ayten Sarikaya Kesler ku bi hinceta parvekirinên xwe yên li ser medya civakî hatibû girtin, li ser îttîraza parêzerê xwe hat berdan.    Nexweşa pençeşêrê Ayten Sarikaya Kesler (53), roja 11'ê Sibatê dema ku ji Swêdê hatibû û li Balafirgeha Stenbolê peya bûbû, ji aliyê polisan ve hatibû binçavkirin. Kesler, piştî ku derketibû dadgehê, bi hinceta ku li ser hesabê xwe ya medya civakî "Propagandaya rêxistinê" û "Heqaretê li Serokkomar" kiriye" hatibû girtin. Parêzerê Kesler girtina wê îttîraz kir. Li ser îttîrazkirina parêzer, Dadgeriya Sizayê ya Silhê ya Nobedar, raporên tenduristiyê yên Kesler li ber çav girt û biryara berdana wê da.   Parêzer Gulîzar Tuncer, diyar kir ku hem ji hêla ruhî û hem jî ji hêla fizîkî ve rewşa Kesler nebaş bûye û dê li malê di bin kotrola bijîjkan de bimîne.