Leşkeran bi ser gundan de girt: Zexîreyên gundiyan desteser kirin û şikeftan rûxandin 2020-02-13 11:48:16 AMED – Di operasyona li çoltera navbera Amed û Êlihê de eskeran bi ser malên zivistanê nayên bikaranîn de girt û zexîreyan desteser kir. Hat zanîn ku şikeftên li herêmê jî hatine rûxandine.  Li çoltera navbera Amed û Êlihê roja 10’ê sibatê bi beşdariya 440 leşkeran, polîs û cerdevanan operasyona leşkerî hatibû destpêkirin. Tevî barîna berfê jî li herêmê operasyon didome. Li gel operasyona bejahiyê, operasyona hewayî jî tê kirin. Hat zanîn leşkeran bi ser gund û mezrayan de girtiye û avêtine ser malan.    Leşkeran di malên zivistanê nayê bikaranîn de zexîreyên welatiyan desteserkirin. Her wiha hat ragihandin leşkeran çifte û fişekên wan û albûmên wêneyan jî desteser kirin.   Hat diyarkirin ku leşker şikeftên li herêmê bombe dikin û gule lê direşînin. Di encama bombebarankirinê de şikeft hatin rûxandin.