‘Gelo Mustafa Kemal bi peyva Kurdistan cudakarî kir?’ 2017-12-14 12:19:21 ENQERE - Wekîlê HDP'ê Osman Baydemîr ji ber ku peyva Kurdistan anî ziman ji Meclisê hat avêtin. Gotinên Erdogan ên di vê der barê de hatin bibîrxistin. Ji ber ku Erdogan dema peyva Kurdistan anî ziman ji bo wî cudakar gotibûn û wî bi bersiva "Vê gotinê Mustafa Kemal jî anî ziman ew jî cuda kar e" û xwe parastibû. Bêtehmûliya wekîlên AKP, CHP û MHP'ê ya li dijî peyvên "Kurdistan" û "Kurd" di Meclisê de asteke nû girt. Li Meclisa Tirkiyeyê zimanê kurdî gelek caran wekî "X" derbasî girtekan bû û bêtehmuliya dewleta tirk a li dijî zimanê kurdî derket pêş. Dîsa peyva "Kurdistan" ya wekîlên HDP'ê û kurd tînin ziman, dibe hinceta êrîşên li dijî wekîlên kurd. Bi sererastkirina nû ya AKP'ê re, peyva "Kurdistan" êdî qedexe ye.   JI BER PEYVA KURDISTAN BAYDEMÎR MECLISÊ AVÊTIN   Wekîlê HDP'ê yê Rihayê Osman duh (13'ê Kanûnê) dimeclisê de dema hevdîtinên butçey3e dihatin nîqaşkirin, peyva "Kurdistan" anî ziman, ji Meclisê hat avêtin. Li ser nêzikatiya wekîlên AKP'ê nerazîbûnên li dijî AKP'ê jî zêde bûn.    TENÊ JI ERDOGAN RE SERBEST E   Peyva Kurdistanê wekî sûc dîtin û ev peyva ku Serokomar Erdogan bi xwe anî ziman, anîn rojeva Meclisê û daxuyaniyên Erdogan ên berê hatin bibîrxistin. Erdogan di 16'ê Mijdara 2013'an e li Amedê dema di mîtîngê de Serokê Herêma Federal a Kurdistanê Mesûd Barzanî, hunermend Şiven Perwer û Îbrahîm Tatlises re hatin gel hev, li wir navê Kurdistanê anî ser ziman. Ev dîrok jî di serdema pêvajoya çareseriyê de rûqalê hev hatin.   Piştî van axaftinên Erdogan, bertekên li dijî wî zêde bûn, di 19'ê Kanûna 2013'an de, di Civîna Koma AKP'ê de Erdogan ev bersiv dabû bertekan: "Rêveberên CHP û MHP'ê li wir in, bila biçin pirtûkxaneya Meclisê, li zabitên Meclisê, zabitên celseyî yên veşarî mêze bikin. CHP û MHP li dijî çi derdikevin, dê di wan zabitan de bibînin. Hem jî dê di axaftinên Mustafa Kemal de bibînin. Wê demê Mustafa Kemal jî cuda kar e. Hemû mebûsên wê demê li meclisê peyva Kurdistanê anîn ziman jî cudakarin? Alpaslan Turkeş got zavayê me yê kurd heye. Bi peyv û têgehan dewlet nayê avakirin."   Erdogan bi van axaftinan jî têr nebû, wêneyên Kurdistanê yên di zabitan de jî nîşan kir. Lê di wekî her gavê Erdogan dîsa li hemberî Erdogan e. Erdogan ê ku bi vekirî Kurdistanê wekî "rastiyeke dîrokî" pênase dike, piştra partiya wî bi xwe Tuzuka Navxweyî ya TBMM'ê guhert û peyva Kurdistanê xist nav "Têgehên qedexe û dijî makeqanûnê."    MA / Kenan Kirkaya