Serokê Şaredariya Serê Kaniyê: Em ê 4 salan ji xwe re rûnin 2020-02-13 11:43:13 RIHA- Serokê Şaredariya Serê Kaniyê Feyyaz Soylû yê bi biryara Meclîsê hat hilbijartin, feraseta xwe ya xizmetê wiha rava kir: “Wile tişta dikeve ser milê min ez li vê derê rûnim û sohbet bikim. Em ê li esnafan bigirin. Guftîgo bikin. Ava me heye, rêya me heye, her tiştê  me heye. Emê 4 slan rûnin û razin.” Serokê Şaredariya Navçeya Serêkaniyê ya Rihayê yê AKP’î Abdullah Aksak ê di hilbijartina herêmî ya 31’e Adarê de hat hilbijartin, lê bi hinceta qeyda sîcîla edlî mezbeta wî hatibû betalkirin û li şûna wî  Feyyaz Soylû yê AKP’î di 20’ê Kanûna 2019’an de ji aliyê Meclîsa Şaredariyê ve hatibû hilbijartin.   Soylû ji roja ku hat hilbijartin ve pîrozbahî qebûl dike. Soylû piştî serdana Menderes Atîlla yê bû sedem ku bibe serok daxuyanî da. Ev daxuyaniya Soylû li ser medaya civakî rastî bertekên mezin hatin. Soylû dûre derket pêşberî kamerayan û feraseta xwe ya xizmetên şaredariyê rave kir.    'EMÊ 4 SALAN RAZIN’   Soylû bi Atîlla û xizmên xwe re daxuyanî da. Soylû, feraseta xwe ya xizmetên şaredariyê wiha pênase kir: “Tu xizmetekê min tuneye. J imin re tu xizmet nemaye. Serokên me yên şaredariyê yên beriya min her tişt kirine. Birakê me serok Abdullah jî pir tişt kirine. Wile tişta dikeve ser milê min jî ez li vê derê rûnim û sohbet bikim. Em ê li esnafan bigirin. Guftîgo bikin. Ava me heye, rêya me heye, her tiştê me heye.”   Balkêşe ku Soylû berê xwe dide Menderes Atîlla û wiha dibêje: “Emê 4 salan ji xwe re rûnin û razin.”