Vaye wêneyên trajediya penaberan: Tiliyên dest û lingên wan tên jêkirin 2020-02-13 11:00:20 WAN – Penaberên dixwazin ji Îranê derbasî aliyê Wanê bibin hin ji wan ji ber diqerisin hin ji wan jî ji birçiyan jiyana xwe ji dest didin. Hin penaber jî ji ber sermaye dest û lingê wan jê dibin. Ajansa me wêneyê wan penaberên ku li nexweşxaneyê li benda jêkirina tiliyên dest û piyên xwe disekinin kişand. Her roj li dramatîka penaberên ji Pakîstan, Afganîstan û Îranê derbasî aliyê Tirkiyê dibin dramek din zêde dibe. Her sal penaber ji aliyê Îranê di navçeyên Ebex, Qelqelî û Elbaxê de dixwazin derbasî Wanê bibin. Gelek ji van penaberan li ser xeta sînro ya ji ber qeriandinê yan jî ji ber birçîbûnê jiyana xwe ji dest didin. Hin penaberên sînor derbas dikin û tên ji ber sermaye dest û lingên wan tên jêkirin. Her sal dîmenên dramatîk li ser sînor derdikevin holê. Cenazeyê gelek penaberan di mehên biharê û havînê de piştî berf dihele derdikevin holê. Cenazeyê hin penaberan jî qet nayê dîtin. Ev penaber bi navê “Rêwîtiya hêviyê” derdikevin rê û di bin firtûneyên berfê de dimînin jiyana xwe ji dest didin û hin ji wan jî dikevin nava tora qaçaxçiyên însanan.    HER ROJ TRAJEDIYEK NÛ ZÊDE DIBE    Nexasim di hefteyek dawî de li ser sînor tişta ku tê serê penaberan di asta ku her tiştî bi kurtahî vedibêje ye. Tê texmînkirin 13 penaberên ji aliyê Îranê ku derasî navçeya Ebexê ya Wanê bûne di bin berfê de qerisîne û jiyana xwe ji dest dane. Ev penaber hêj nehatine dîtin. Penaberek Afgan ku xwe xilas kir rojek berê gotibû “Em ji Îranê komek ji 300 kesan pêk dihat derketin rê. Lê di rê de 40 hevalên me winda bûn.” Ev gotinên vî penaberî rewşa dramatîk a penaberan carek din radixîne ber çavan.    Li hêla sînor hêj bagera berfê didome. Tê texmînkirin 40 penaberên winda bûne hêj nehatine dîtin. Qaçaxçiyên însanan ji bo dîtina cenazeyan ji malbatan bertîl ango fîdye dixwazin û ev daxwaza wan carek din trajediya mirovahiyê derdixe holê.    Ajansa me Mezopotamya (MA), rewşa penaberên tevî hemû talûkeyan ku li ser pêya dimînin û xwe gihandin Wanê û li nexweşxaneyan li benda jêkirina tiliyên dest û piyên xwe sekinîne kişand.    REWŞA MALBATEK AFGAN Û TRAJEDIYA WAN   Beriya niha bi demek kurt penaberên 5 jê Pakîstanî û 5 jê jî Afganîstanî bi ser navçeya Ebexê ya Wanê derbas bûn. Titşa ku hatiye serê van penaberan ewqas bi êş e, mirovan dixe nava xemgîniyê. Wêneyê van penaberan hemû rewşê şîrove dike û radixîne ber çavan.   Malbatek Afganî ku zarokên wan 3 û 5 salî ne li ser sînorê Wanê ji aliyê kesên bazirganiya însanan dikin ve tên berdan. Malbat ji ber bagera berfê û sermaye nizanin wê bi ku ve biçin û dikevin rêyek şaş. Rêya wan bi saetan dewam dike û pişt re xwe digihînin gundekî. Hindik maye ku ev malbat biqerisin lê xwe gihandina gund rizgar dikin. Şêniyên gund alîkariya van penaberan dikin û wan dibin nexweşxaneyê û wan demildest tên dermankirin. Tiliyên dest û piyên du zarokên malbatê ji ber qerisîne û bêrih bûne. Zarokek jî bi talûkeya asteng bimîne rû bi rû maye. Dayik zarokan hindik be jî rewşa wê baş e. Tiliyên dest û piyên bavê zarokan ji ber qerisîne bûne birîn.    WÊNEYÊ ÊŞ Û TRAJEDIYÊ…   Her wiha di heman rojê de 2 ciwanên penaber ên ji Pakîstanê  derbasî Wanê bûn. Her du penaber li gorî derfetên xwe tên. Lê her du penaber jî wek vê malbatê rêya xwe şaş dike. Ev her du ciwanên paber tam 45 saetan bi rêve diçin û di encamê de xwe digihînin ser rêyekê. Her du ciwanên li ser rê disekinin hev hembêz dikin û adeta li benda mirinê ne. Ev her du ciwanên ku li ber mirinê ne, dolmîşek diçe gund rastî wan tê û her du ciweanan hilide û wan radike nexweşxaneyê.    Her du ciwanên radikin nexweşxaneyê tê tespîtkirin ku di tiliyên dest û lingê wan de xesarên cidî rû dane. Piştî lêkolînên tên kirin tê diyarkirin ku rih di tiliyên dest û lingên her du penaberan de nameya û nexweşxane biryara jêkirina tiliyên wan dide. Piştî demekê her du ciwanan hildidin ameliyatê û tiliyên wan jê dikin. Trajedî û êşa ku ev her du penaber dikişînin xwe dixin zîhna mirovan û nayê jibîrkirin.    WÊ TILIYÊN WÎ WERIN JÊKIRIN    Dîsa heman rojê qaçaxçiyên însanan komek Afgan datînin ser sînorê Ebexê. Ciwanek ji komê vediqete û bi saetan dimeşe û di dawiyê de xwe digihîne gundekî Ebexê. Ev ciwan jî li ber qerisînê ye lê rizgar dibe. Ciwanê dest û lingê wî qerisîne ji aliyê welatiyên gund ve radikin nexweşxaneyê. Bi rojane ev ciwan li nexweşxaneyê tê dermankirin û wê tiliyên destên penaber di ameliyatê de werin jêkirin. Her wiha ji ber tiliyên lingê wî jî bûne birîn, dê demek dirêj were dermankirin.    MA/ Adnan Bîlen