Aykol: Bi desteserkirina pasaportê dixwazin rojnamegeriya me asteng bikin 2020-02-13 10:22:19 ENQERE – Rojnameger Huseyîn Aykol desteserkirina pasaporta xwe wek astengkirina xebatên rojnamegeriyê pênase kir û got: “Îqtîdar xwedî ji sedî 99 medyayê ye. Heke ji sedî 1 jî xebatên rojnamegeriyê wan ditirsîne, ji miriyan tu ferqa wan nîne.”  Rojnameger û nivîskar Huseyîn Aykol ê Nûnerê Xwendinê ya Rojnameya Yenî Yaşamê ye heftiya bihûrî xwest ji Balafirgeha Stenbolê biçe Belçîkayê. Polîsan dest danî ser pasaporta Aykol û çûna wî asteng kirin. Hat zanîn ku di 22’ê tebaxa 2016’an ji aliyê Miduriyeta Giştî ya Emniyetê ve biryara desteserkirina pasaporta Aykol hatiye derxistin û di 3’ê Cotmeha 2019’an de ev biryar ji aliyê Miduriyeta Nifûsê ve ketiye meriyetê. Di nava vê demê de têkildarî pasaportê tu agahî nedan Aykol.    ‘EV KOMPLO YE’    Aykol desteserkirina pasaporta xwe wiha eşkere kir: “Navê rewşê komplo ye. Dema vê biryarê dane dikaribûn ji min re ragihînin. Navnîşana min diyar e. Min jî serî li dadgeha îdarî da. Ji bo ez biçim Burkselê min jî bilêt sitend û li ser min bû mesref. Mesrefê min vala çû û ev jî neheqiye. Heke dewletek cidî bûya wê pasaporta min bidana min û mesrefê min jî bidana min. Wê parêzerên min îtîraz bikin lê ne diyar ka wê pasaportê bidin an na.”    ‘MIN JÎ XISTINE LÎSTEYA XWE’    Aykol da zanîn ku piştî biryara Rewşa Awarte hat dayîn îqtîdarê hemû aliyên muxalîf û azadîxwaz kiriye armanca xwe û got: “Min jî xistine nava vê lîsteya armanca xwe. Tercîha min ne jiyankirina derveyî welat e. Lê di oxira rojnamgeriyê de çi dibe bila bibe ez ê dîsa xebatên xwe bidomînim. Ez rojnamegerek xwedî wîjdan im.”    ‘JI SEDÎ 1 ROJNAMEGERIYA ME DITIRSIN’    Aykol destnîşan kir ku bi desteserkirina pasaporta wî dixwazin xebatên wî yên rojnamegeriyê asteng bikin û got: “Em li derveyî welat beşdarî panelan dibin. Em beşdarî rûniştinên li Parlamentoya Ewropayê dibin. Ez ê ji bo xebatên rojnamegeriyê û bo çavdêriyên xwe bêjim biçûma Belçîkayê. Dixwazin bi vî awayî rojnamegeriyê asteng bikin. Îqtîdar xwedî ji sedî 99 medyayê ye. Heke ji sedî 1 jî xebatên rojnamegeriyê wan ditirsîne, ji miriyan tu ferqa wan nîne.”