Berfê li tevahiya bajarên herêmê jiyan tevizand 2020-02-13 09:50:51 NAVENDA NÛÇEYAN – Li bajarên herêmê barîna berfê ku ji duh ve dest pê kir didome. Ji ber berfê çûnehata bi sedan rêya gund û mezrayan hatin girtin. Li hin bajaran piştî bi salan berfê lê kir û bû cihê kêfxweşiya welatiyan.  Li Amed, Êlih, Mêrdîn, Sêrt, Şirnex, Çewlig, Xarpêt, Dersim, Riha, Wan û gelek bajarên din ji saetê duh êvarê ve barîna berfê dest pê kir. Barîna berfê li van bajaran didome û bandora xwe nîşan dide.    Ji ber berfê rêya bi sedan gund û mezrayên van bajaran li çûnehatê hatin girtin. Li hin deveran sitûriya berfê ji 50 santîmetreyî derbas kir. Ji ber cemedê û talûkeya aşûtê hişyarî li welatiyan tê kirin.    QEYÛM NAXIBITE Û WELATÎ BI BERTEK IN    Li navenda Amedê berfê duh êvarê dest pê kir û tevahiya şevê berf bariya. Ji ber berfê Amed kirasê spî li xwe kir û sitûriya berfê gihîşt 20 santîmetreyî û çûnehata wesayîtan bi zehmet bûye. Li hin deverên bajêr wesayît şemitîn û li hev ketin. Di rêyên hevraz de wesayît bi rê de man û welatiyan bi dafdanê wesayîtan derxistin.    Ji ber qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin ê Amedê kolan û sikakan paqij nake û xwê nareşîne dibe sedema bertekên welatiyan.    Herî zêde zarok ji ber berfê kêfxweş bûn û hezkirina xwe di nava berfê de didin nîşandan.    Li navenda Amedê û 13 navçeyên wê dibistan hatin betlanekirin.    BERF BANDOREK NEYÎNÎ LI HERÊMA ERDHEJÊ DIKE   Li herêma erdhejê li Xarpêt û Meletiyê berfê bandorek neyînî li ser mexdûrên erdhejê kirin û konên mexdûran di nav berfê de man. Hat ragihandin dê heta êvarê li van her du bajaran barîna berfê dewam bike.    BERFÊ LI WANÊ JIYAN TEVIZAND    Li Wanê adeta berfê jiyan tevizand. Li Wanê bênavber berf dibare û ji bilî rêyên mezin hemû kolan û kuçe hatine girtin. Li ser peyarêyan sitûriya berfê gihîştiye 45 santîmetreyî. Li Wanê û navçeyên wê jî ji ber berfê navber dan dibistanan.    BI SALAN ŞÛN VE BERF BARIYA    Li hin navçeyên Mêrdîn û Şirnexê û li Rihayê piştî salan berf bariya. Li van deveran welatî kêfxweşiya xwe ya ji bo berfê nîşan didin.    DIBISTAN HATIN BETLANEKIRIN    Li aliyê din li Êlih, Riha, Sêrt, Çewlig, Mêrdîn, Şirnex û Dersimê gelek bajar û navçeyên din dibistan hatin betlanekirin.