2 jê parêzer 10 kes li Stenbolê hatin binçavkirin 2017-12-14 11:56:11   STENBOL - Polîsan li Stenbolê bi ser gelek malan de girt. Di serdegirtina malan de parêzerên endamên OHP'ê Gurkan Îsteklî û Hakim Peker ji di navde 10 kes hatin binçavkirin.    Polîsan serê sibê li gelek navçeyên Stenbolê bi ser gelek malan de girt. Polîsan di serdegirtina malan de endamên OHD'ê Prz. Gurkan Îsteklî û Prz. Hakîm Peker ji di navde 10 kes binçav kirin. Endamê Platforma Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHP)  Gurkan Îsteklî 14 roj berê hatibû binçavkirin û dîsa hatibû berdan. 10 kesên hatin binçavkirin sedema binçavkirina wan nehat zanin. 10 kes birin midûriyeta polîsan a Stenbolê.    Kesên hatin binçavkirin navê wan wiha ne: Prz. Gurkan İstekli, Prz. Hakim Peker, Hatice Îpekli, Kerem Deniz Biter, Nurettin Ekin Biter, Tanju Eren, Rıdvan Okçu, Dilan Saruhan, Havzallah Eren û Gunar Kokat.